Sezgîn: Çalakiyên me wê heta azadiya Rêbertî bidomin

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û çalakgera greva li pêşiya Netewên Yekbûyî Nuran Sezgîn got; “Netewên Yekbûyî divê dengê gelê Mexmûr bigihîne cîhanê û heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomîn.”

Bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger hate destpêkirin. Bi çalakiya Guven re grevên birçîbûnê belavî girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Ewropayê bûn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rusten Cûdî jî greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger ku 16’ê Kanûna 2018’an destpê kir, di roja 46’an de bi koma 16’emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîla Tok ku 20’ê Çileyê destpê kir di roja 11’an de didome.

Jinên endamên Meclîsa Îştarê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kon vedan û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakî wê bi awayê bê dawî û dorveger bidome.

‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE, ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOME’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn têkildarî çalakiyê ji ANF’ê re axivî û got; “Armanca çalakiya me şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê ye. Îro endamên Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî me dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger kir. Neteweyên Yekbûyî di aliyê siyasî de ji bo welatiyên Mexmûrê xwedî erk û berpisyariye. Gelê Mexmûr dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye. Ji bo ku gelê Mexmûrê bighinîn tevayî cîhanê me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidawî nebe wê çalakiyên me berdewam bike. Em hemû çalakgerên grevên birçîbûnê silav dikin û serketinê dixwazin.”