Seven: Gelê Botanê wê şeqameke dîrokî li bin guhê AKP'ê bixe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Nedîm Seven destnîşan kir ku 24'ê Hezîranê wê bibe destpêka têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê û bang li gelên Kurdistanê bi taybetî gelê Botanê kir ku wê rojê şeqama giran a dîrokî li bin guhê AKP-Erdogan bixe.

Endame Komîteya Rêveber a PKK'ê Nedîm Seven bi wesîleya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re axivî. Seven di destpêka axaftina xwe de şehîdên Efrînê, Bradostê, Xakurkê, Lêlîkan û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî û destnîşan kir ku bi dilsoziya bîranîna şehîdan wê heta dawiyê doza demokrasî, sosyalîzm û wekheviyê pêk bînin.

Seven bal kişand ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo têkoşîna siyasî û demokrasiyê qonaxeke girîng e. 

Seven destnîşan kir ku ev pêvajo 5'ê Nîsana 2015'an bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û got, "Piştî tecrîdkirina Rêber Apo, hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê biryara komkujiya gelê Kurdistanê û pêşengên gelê Kurdistanê stand. Ev pêvajo 3 sal in dewam dike."

Nedîm Seven da xuyakirin ku gelê Kurdistanê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi têkoşîneke xurt, hîmên înkar, îmha û red ên dewleta Tirk ser û bin kirin û destnîşan kir ku hemû nasname û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê tên înkarkirin, di 7'ê Hezîranê de derbeke mezin vê sîstemê xistin.

QONAXA HEYÎ, QONAXA MAN Û NEMANA REJÎMA AKP-MHP'Ê YE

Seven bi bîr xist ku piştî vê yekê, rejîma AKP'ê bi darbeyeke siyasî hilbijartinên 1'ê Mijdarê pêk anî û ji hingî ve dixwaze bi zext û zordariyê desthilatdariyeke faşîst li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bimeşîne.

Seven anî ziman ku ji ber vê siyaseta komkuj bi deh hezaran nûnerên gel ên hilbijartî, hevşaredar hatine girtin û gelek jî ji bo parastina jiyana xwe neçar man koçber bibin.

Seven axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi wê siyaseta komkuj re 24'ê Tîrmeha 2015'an re bi 400 balafiran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Şerê 2015-2016'an ên bajarên Bakurê Kurdistanê, weke Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Hezex û hemû deverên berxwedana xwerêveber li dijî siyaseta qirkirinê hate meşandin û bi saya wê berxwedanê ev siyaseta gihîştiye asta têkçûnê. Şerê Efrînê, operasyonên Başûrê Kurdistanê, dagirkirina Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê û operasyonên dagirkirina hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê encama vê siayseta komkuj, înkar û îmhayê ya şirîkatiya AKP-MHP'ê pêk tê."

Nedîm Seven anî ziman ku qonaxa heyî qonaxa man û nemana rejîma AKP-MHP'ê ye û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê navê wê kirine tifaqa Cûmhûr. Tifaqa Cûmhûr êdî belav dibe, parçe dibe û tine dibe. Ji bo karibin desthilatdariya xwe bimeşînin, bi taybetî Tayyîp Erdogan karibe sûlta xwe bimeşîne."

24'Ê HEZÎRANÊ WÊ BIBE DESTPÊKA HILWEŞÎNA FAŞÎZMA TIFAQA CÛMHÛR

Seven ragihand, hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê bide destpêka têkçûna desthilatdariya Tayyîp Erdogan, hilweşandina faşîzma tifaqa cûmhûr be.

Seven da xuyakirin ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê hilbijartinên dîrokî ye û got, "Divê hemû welatparêz, hêzên sosyalîst, demokratîk bi rengekî yekdeng têbikoşin. Eger em ê xwedî li nirxên demokrasiyê derkevin, eger em ê jiyana bi hev re ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bînin, lazim e 24'ê Hezîranê li gelemperiya Kurdistanê herkes bi yek deng, yek reng ji bo Partiya Demokratîk a Gelan biçin ser sindoqan. Lewma gelê Kurdistanê wê di vê qonaxa dîrokê de bi berpirsyariya xwe rabe. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi coşeke mezin biçin ser sindoqan û erkên xwe yên dîrokî pêk bînin. Wê bi dengê xwe Şaredariyên xwe ji nû ve bi dest bixin. Wê bi dengê xwe xwerêveberiya xwe ya demokratîk ji nû ve zindî bikin. Wê bi dengê xwe, di dîroka şoreşa Kurdistanê de dawî li faşîzma Tayyîp-Bahçelî bînin. Divê mirov bi vê berpirsyariyê rabin."

BANGA LI GELÊ BOTANÊ

Seven destnîşan kir ku bi taybetî gelê Botanê; Sêrt, Şirnex navçe û qezayê wê, bi taybetî jî Colemêrg, Şemzînan, Gever, Çelê hemû gund û navçeyên wê divê deng û rengê xwe yê demokrasî, azadî û şeqama giran a dîrokî li bin guhê desthilatdariya Tayyîp Erdogan bidin, hemûna wî li Kurdistanê biqedînin, li Tirkiyeyê jî têk bibin.

Seven diyar kir ku encama hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo hêzên demokatîk diyar be, ji bo demokrasî û danûstandinan, ji bo jiyana bi hev re, deng û rengê hemû gel û baweriyan wê encama hilbijartinê diyar bikin.

Nedîm Seven bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û xwest, ji deqeya destpêkê ya dengdanê heta kêliya dawî ya girtina sindoqan, çavdêr hişyar bin û bi rengekî girseyî nehêlin ku sindoq bên dizîn. 

SERKETIN WÊ YA DEMOKRASÎ, AZADÎXWAZ Û SOSYALÎZMÊ BE

Seven got, "Li ser vê bingehê, gelê Kurdistanê, gelê Botanê çawa ku 40 salan pêşengiya tevgera azadiyê ya demokratîk kir, wê 24 Hezîranê jî ji bo pêşengiya mirovahiyê rola xwe bilîze. Bi vê bîr û baweriyê ez dibêjim, sedî sed wê AKP têk biçe, ti pirsgirêka HDP'ê ya derbasbûna ji bendê nemaye, gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê divê bi vê bîr û baweriyê biçin ser sindoqan. Serketin ya demokrasiyê ye, ya azadîxwazan e, ya sosyalîzmê ye."