Serweta Mala Barzaniyan a li Emerîkayê

Malpera înternetê ya bi navê The American Prospect serweta malbata Barzanî ya li Emerîkayê raxist pêş çavan ku dek û dolaban bi dest xistiye.

Malpera înternetê ya The American Prospect, qeyda serweta mala Barzanî weşand. Li gorî qeydên ku hatine weşandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji bikirê girîng ê şîrketa emlakê ku navnîşana olîgark, dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe serwetê didizine û li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe kar û barê xwe dike. 
 
Li Amerîkayê bi navê Withers şîrketeke emlakê heye. Taybetmendiyeke balkêş a vê şîrketê heye. Li gorî agahiya ku parêzerê emlakê yê Virgîniayê Dan Withers, dide şîrket dikare li ser malperê pere nîşan nede. Ji ber vê taybetmendiya şîrketê piranî dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe pere didizin wê tercîh dikin. Derket holê ku mala Barzanî jî di nav bikirê girîng ê şîrketê Amerîkayê ku navnîşana olîgark, dîktator û siyasetmedarên ku ji welatê xwe serwetê didizine de hene. Nivîskarê Malpera înternetê ya The American Prospect Zack Kopplin û Basma Humadi, ragihandin ku yek ji bikirê şîrketê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye. 
 
Li gorî nivîsa ku Zack Kopplin û Basma Humadi weşandine, Nêçîrvan Barzanî kar û barê xwe yên li şîrketê li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe kiriye. Li gorî vê ev mal û milk li ser navê Barzanî ne;
 
300 milk li ser navê hevjîn, bira û xizmên xwe Barzanî ne.
 
Ji milkan yek jê ji aliyê Nabîla Mûstafa ve dewrî Mottrom Trust hatiye kirin. Lê ev bixwe berovajîkirineke. Lewre navê din ê Mûstafa Nebîla Barzanî ye. Nebîla Barzanî hevjîna Nêçîrvan Barzanî ye. 
 
2 Milkên bi qasî 3 milyon dolarî li ser navê Jameel Sîndî ne. Sîndî ji bo kîrina milkê sêyemîn ê bi milyonek dolarî vekaletname daye parêzerê şîrketê Wîthers. Sîndî xebatkarê Nêçîrvan Barzanî ye 
 
288 daîre li ser navê hevjînê xatiya Nêçîrvan Barzanî Salar Hakîm a rehmet kiriye hene. 
 
Nêzî 100 milyon dolar li ser navê apê Nêçîrvan Barzanî heye. (Nav nehatiye diyarkirin)