Şervanên YBŞ'ê bang kirin: Nebin parçeyek ji îxanetê
Şervanên YBŞ'ê yên Êzîdxanê diparêzin bang li Êzidiyên pêşmerge kirin, ku nekevin xefikan û nebin parçeyek ji îxanetê.
Şervanên YBŞ'ê yên Êzîdxanê diparêzin bang li Êzidiyên pêşmerge kirin, ku nekevin xefikan û nebin parçeyek ji îxanetê.
Şervanên YBŞ’ê yên ku li hemberî êrîşan çeteyan di eniyên şer de ne, destnîşan kirin ku ew ê nehêlin ti hez herêmê dagir bike û komkujiyek din bi ser Şengalê de bîne. Şervanan bang li êzidiyên di nava pêşmergeyan de jî kirin ku neyên lîstikan û nebin perçeyek îxanetê.
Şervanên YBŞ’ê yên di çeperên şer de, der barê êrîşên komên çete de nêrînên xwe anîn ziman:
ZERDEŞT DINAYÎ: Çeteyên ku berê di nava DAIŞ’ê de bûn careke din êrîş anîn ser axa Êzîdxanê. Di 3'ê Tebaxê de armanca wan tam pêk nehat. Miletê me baş dizane ku kê gelê Êzidî xistine destê çeteyên DAIŞ’ê. Wê demê hedefa wan pêk nehat. Şervanên Apoyî mudaxele kirin û nehiştin miletê Şengalê di qirkirinê de derbas bibe. Lê çeteyên di nava DAIŞ’ê de îro careke din anîne vir û di bin navê pêşmergeyan de dixwazin axa Êzîdxanê dagir bikin.
Em wekî şervanên YBŞ/YJŞ’ê nahêlin ku careke din ti hêz vê axê dagir bike, komkujiyekê bi ser miletê Êzidxanê ve bîne. Em ê nehêlin ku ti hêz desthilatdariya xwe li ser miletê me bide meşandin û bi tundî bersiva wan bidin. Xortên Êzidxanê çawa ku li Til Izêr, Sîba heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û şer kirin, em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û nehêlin Êzidxan bê dagirkirin. Çi hêz bi çi navî bê bila bê, em ê bersiv bidin.
Banga me ji bo însanên me yên Êzidî ku di nava pêşmergeyan de ne ye. Bila di nava komên çeteyan de cih negirin, di nav dagirkerî û îxanetê de nebin û nebin parçeyekî îxaneta li hemberî miletê Êzidî, zarok, dayik û bavên xwe, xwişk û birayên xwe. Banga me ji bo wan ew e ku vegerin û tevlî refên YBŞ/YJŞ’ê bibin û rê nedin dagirkerî û dewleta tirk.
Banga me ji bo keç û xortên Şengalê jî ew e ku tevlî refên YBŞ/YJŞ’ê bibin.
DÎNDAR AVESTA: Îro li ser axa me êrîşek heye. Komên çete di bin ala PDK’ê de êrîşî ser gelê me yê Êzidî dikin. Em jî wekî ciwanên Êzidî, endamên YBŞ/YJŞ’ê li hemberî vê hewldana dagirkeriyê, ji bo parastina gelê xwe di mewziyan de ne. Ji bo gelê xwe çi pêwîst bike, em ê bikin. Ev destpêka fermanek duyemîn e, dixwazin wekî 2014’an komkujiyek din di ser gelê me de bînin. Dixwazin gelê me bitirsînin ku venegerin ser axa xwe. Ciwanên Êzidî digirin û nahêlin ku tevlî YBŞ’ê bibin. Îro jî di bin ala PDK’ê de êrîşî Xanesorê dikin. Komê di komkujiyê de cihê xwe girtine, niha êrîşî vir dikin. Amadekariyên wan hene ku komkujiyek din pêk bînin. Lê em ê parastina, axa xwe, gelê xwe bikin.
Hêviya me ew e ku gelê me yê Êzidî li Başûrê Kurdistanê were û tevlî YBŞ’ê bibin, hêza xwe xurt bikin û berxwedaniya xwe bidomînin. Banga me ji bo hemû xortên êzidiyan ew e ku werin tevlî YBŞ’ê bibin. Gelê me yê Başûr jî divê van êrîşan qebûl nekin û serî hildin.
Banga me li pêşmergeyên Êzidî jî ew e ku nekevin van xefikan ku dixwazin Êzidiyan bi hev bidin şerkirin. Tevlî vî şerî nebin.
ŞIYAR WERDÎ: Komên çete dixwazin Şengalê dagir bikin, fermana 74’an bi serê Şengalê bînin. Ev koma berê bi çeteyan re bû, dixwaze qirkirinekê bike. Lê em destûra vê nadin û em rê nadin wan. Banga me ji bo gelê me ew e ku rê nedin vê xiyanetê. Bi taybet banga me ji bo pêşmergeyên Êzidî ew e ku nebin parçeyek ji xiyanetê û tevlî nebin.