Şervanên Xezeba Firatê bi 19 kîlometreyan bi pêş ve çûn
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 19 kîlometreyan ber bi bakurrojhliatê Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 19 kîlometreyan ber bi bakurrojhliatê Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ku îro diyar kir, ew qonaxa sêyemîn a pêngavê ji cihê mayî didomînin, heta niha li baskê Ebû Xeşeb 19 km ber bi bakurrojhilatê Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn.
Di navbera şervanan û Çemê Firatê tenê 10 km ma ne. Şervan her bi pêş ve diçin.
Şervanan ji serê sibehê ve sê gund ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.