Şervanê YPG’ê Osman hat veşartin
Şervanê YPG’ê Setam Osman (Egîd Dilgeş) bi merasîmek girseyî hat definkirin.
Şervanê YPG’ê Setam Osman (Egîd Dilgeş) bi merasîmek girseyî hat definkirin.
Gelê Hesekê, li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bû, piştî cenazeyê Şervanê YPG’ê Setam Osman (Egîd Dilgeş) wergirt, bi konvoyek wesayîtan ve birin Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.
Li vir şervanên YPJ/YPG’ê merasîmek leşkerî li dar xistin. Di merasîmê de Endamê Fermandariya YPG’ê Lewend Rojava axivî û got, “Şehîd Egîd û hevalên wî bi berxwedan û têkoşîna xwe rûmeta mirovahiyê diparêzin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em soz didin ku heta dawiyê bibin şopdarên xeta şehîdên xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen, li ser navê Yekîtiya Oldarên Îslamê Mele Reşîd, li ser navê Kongreya Star Şêrîn Oso û li ser navê Partiya Yekîtiya Suryaniyan Gibraîl Şemûn jî axivîn.
Paşê sicîla şervanê YPGʹê Egîd Dilgeş ji aliyê Endama Rêveber a Meclîsa Malbataên Şehîdan Ilham Bekir ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPGʹê Egîd Dilgeş bi dirûşmeyan spartin axê.