BI DÎMEN

Şervanan ji xafil ve girtin ser DAIŞ'ê: Çekên Tirkan bi dest ketin

Hêzên QSD'ê duh bi şev ji nişka ve avêtin ser çeteyên DAIŞ'ê û li 6 taxên rizgarkirî, çekên ji aliyê MKE ve ji bo artêşa Tirk hatine çêkirin, bi dest xistin. Yek ji van çekan jî çeka lav e ku dewleta Tirk daye DAIŞ'ê.

Li navenda bajarê Tebqayê, ku weke deriyê bajarê Reqayê tê binavkirin, şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Hêzên QSD'ê duh nîvê şevê ji nişka ve avêtin ser 6 taxan û tax ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Di dema vê serdegirtinê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî reviyan. Li dû çeteyên reviyan gelek çek man.

ÇEKA LAV A JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATIYE ÇÊKIRIN, DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE YE

Tevî gelek çekên AK-47, BKC, B7 û roketên wê, cebilxane û çeka lav a ji aliyê Endustirya Kîmya ya Makîne (MKE) ve ji bo artêşa Tirk hatiye çêkirin, hat bidestxistin. Gelek top û teqemenî jî hatin dîtin.

Di nava van çekên ketin destê hêzên QSD'ê de, çekên ji bo şerê nava bajaran hatine çêkirin û debanceyên biçûk ên ji bo sûîqestê hatine amadekirin, hene. Li gel hawan û nîşangiriya topan, modem û cîhaza belavkirina WîFî Întenetê, her wiha gelek amûrên çapemeniyê hene.