GULISTAN TARA-HÊRO BEHADÎN
Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kir. Ajokarê wesayîtê Rêbîn Bekir jî birîndar bûbû. Rojnamevanên ku bi wesayîta ayîdê Chatr Produksiyon ji bo kişandina bernameyê di saetên siharê de ber bi herêma Hewraman ve bi rê ketin, di dûrahiya 52 kîlometere ya ji navenda Silêmaniyê li gorî saeta herêmî di derdora saet 10.30-11.00’an de li herêma Tepê Reş bûn hedefa SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirker. Dema bûyer qewimî wesayîta Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Rêbîn Bekir li piştê, li pêşiya wan jî wesayîta ku ji aliyê xebatkarê Produksiyona Chatr Keser Buldan ve dihat ajotin, hebû. Wesayîta Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bû hedefa destpêkê ya SÎHA’yê. Wesayîta li pêşiyê ya ji aliyê Keser Buldan ve dihat ajotin jî, bû hedefa duyemîn a SÎHA’yê. Mesafeya di navbera her du bombebaranan de jî nêzî 500-600 metre bû.
Piştî wesayîta di bin kontrola Rêbîn Bekir de bû hedef, Keser Buldan bombebaran di neynika wesayîtê ya singî de dît û ji bo alîkariyê bide hempîşeyên xwe pê li frenê dike û manevra dike. Bi vî rengî bi şansî ji bombebarana duyemîn rizgar dibe. Wesayîta ku ji aliyê Rêbîn Bekir ve dihat ajotin jî bi bandora bombebaranê nêzî 250-300 metre heta rêya ber bi gundê Tepê Reş ve dixirike û li vir hîn jî dişewite. Rêbîn Bekir ê bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû, wiha qala bûyerê kir: “Teqînek çêbû û wesayîtê dest bi şewitînê kir. Min ti tişt fêm nekir. Wesayîta me zivirî û xirikî. Min bi destê xwe yê rastê nekarî kemera xwe ya ewlehiyê vekim, lê bi destê çepê karî û kesên li derdor ez ji wesayîtê derxistim.”
Piştî êrîşê 45 rojan, bi banga Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurdistan û ROJIN’ê ji bo şopandina peywendiyên şandeya ku ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê, em jî diçin cihê bûyerê. Destpêkê em digihijin cihê ku wesayît piştî bombebaranê lê sekinî û hîn jî dişewitî. Şopên şewatê û parçeyên ji wesayîtê mayî, weke roja ewilî li cihê xwe disekine. Lê belê dema em diçin cihê ku bombebaran lê çêbûyî, yanî em 250-300 metre hîn paştir diçin, tiştên ku me dîtin nîşan dide ku piştî komkujiyê facîayeke din jî çêbûye. Piştî komkujiyê nûçe hatibûn weşandin ku asayîşê rê girtiye û lêkolîn dike. Lê belê tişta ku me dîtî nîşan dide ku li cihê bûyerê ti xebat nehatine kirin.
RAYEDARÊN HERÊMÎ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH NEANÎNE
Li cihê ku wesayît bûyî hedefa bombebaranê li ser asfalta germ di çapa 10-15 santîmetreyê de, di kûrahiya 4-5 santîmetreyê de çalek çêbûye. Dema em hinek din nêzî vî cihî dibin, em parçeyên bombeyên ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kirine dibînin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo asta komkujiyê mezin bike, tevî ku qedexe jî ye bilye bi kar anîne. Divê mirov bi bîr bixe ku ev rêbaz rêbazekî DAÎŞ’ê ye. Yek ji kesên di nav şandeyê de û salên dirêj nûçegihaniya şer kiriye Rojnamevan Emma Audrey rewşa navborî bi kurt û cewherî wiha anî ziman: “Li vir lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin.” Rojnamevaneke din Alice Magar jî bi gotina “nayê bawerkirin” bertek nîşan da. Tevî ku 45 roj li ser bûyerê re derbas bûne, ev qas îspat li cihê bûyerê hatine hiştin û ev yek nîşan dide ku Asayîşê berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Ev rewş ne bi îhmal yan jî neberpirsyariyê nayê vegotin, ji îhmalê zêdetir heye. Lê belê bi lêkolîneke bi baldar ji SÎHA’ya bombe berdayî, heta tîpa bombeya hatî avêtin û malzemeyên hatine bikaranîn, gelek agahî dikaribûn bên bidestxistin.
Li vir piştî komkirina parçeyên ku ji bombebaranê mayî, em diçin cihê din a hatî bombebarankirin û ya di mesafeya 500-600 metreyê de. Li vir jî em rastî rewşeke heman tên. Bombeya hatî avêtin ketiye pêşiya wesayîta duyemîn, tam ketiye rexa rê. Zirar daye wesayîtê lê belê rojnamevanên di hundirê wesayîtê de bi şans rizgar bûn. Lê belê tê fêmkirin ku li vir jî ti lêkolîn nehatine kirin. Em parçeyên bombeyên ku ketine rexa rê û şarapneyan dibînin û kom dikin. Hevalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn, rojnamevan û gelê Kurd li bendê ne ku bi lêpirsîneke bi bandor kujer û kesên ferman dayne bên darizandin, lê belê rayedarên herêmî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne. Raya giştî niha fikar dike ku têkildarî komkujiyê lêpirsîneke bi bandor hatiye kirin an jî na.