Sersaxiya Newşîrvan Mistefa tê qebûlkirin

Sersaxiya Lîderê Goran Newşîrvan Mistefa tê qebûlkirin.

Sersaxiya Lîderê Goran Newşîrvan Mistefa tê qebûlkirin. Ji bo Mistefa li Hewlêrê, li Mizgefta Sewaf sersaxî tê qebûlkirin. Li Silêmanî, li Mizgefta Ehmed Hecî Elî jî serxweşîdayina tê qebûlkirin, îro Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cibûrî û ji 20’an zêdetir wekîl çûne sersaxiyê.

Her wiha Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihefizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî jî ji bo Mistefa nameyeke serxweşîdayinê şand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Mehr a bi navenda Îranê, ji ber sedema ku Mistefa jiyana xwe ji dest daye, ji Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî re nameya serxweşidayinê şandiye.

Di roja pêşî ya serxweşidayinê de Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)  Siyamend Moînî û endamên Desteya Rêveber ên Tevgera Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) hatin Silêmanî û sersaxî dan.

PDK tevlî merasîma cenaze yê Newşîrvan Misteva nebû û duh şandeyeke ji Ethem Barzanî, Hoşyar Zêbarî û Roj Nûrî Şawêst pêk hatî ji bo serxweşidayinê şandine Silêmanî.

Ji parçeyên din ên Kurdistanê û ji Iraqê gelek kes sersaxiyê didine Tevgera Goran.