Sersaxiya Newşîrwan Mistefa tê qebûlkirin

Ref bi ref welatî berê xwe didin cihê sersaxiyê yê ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa hatiye danîn.

Ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa yê ku roja Înê jiyana xwe ji dest dabû, konê li Mizgefta Ehmed Hacî ya Silêmaniyê hatiye danîn. Piştî merasîma girseyî ya definkirina Mistefa a li Girdê Zergetê û şûnde ji aliyê malbata Mistefa, hevalên partiyê û endamên Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) sersaxiyê qebûl dikin.

Ligel nûnerên partiyên civakî û siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê welatî jî ref bi ref diçin cihê sesaxiyê yê ji bo Mistefa hatî danîn. Sersaxî ji aliyê Kurên Newşîrwan Mistefa Nîma û Çiya ve tê qebûlkirin.

Newşîrwan Mistefa ê ku ji Îlona 2016’an ve li Londrayê dihat dermankirin, 13’ê Cotmehê bi awayekî bêdeng anîbûn Silêmaniyê. Mistefa 19’ê Gulanê jiyana xwe ji dest dabû.