BLOGA ZINDÎ

Serpêhatiya 12 Hewariyên Şengalê

Bûyereke din a 12 Hewariyan li Şengalê rû da. 12 gerîlayên Kurd ji bo pêşî li komkujiyê bigirin û gel bi rêk û pêk bikin berê xwe didin Şengalê. Piştî Derwêşê Evdî, yek ji van 12 Hewariyên Şengalê jê hê jî li Şengalê ye.

Ê ku mêjûyê dafirîne mirov in. Bi firazeya xwe ya li mêjûyê mirov bi qencî yan jî neqenciya xwe di mêjûyê de cihê xwe digirin. Mêjûyê her demê heqê wan kesên ku heq jê derketine, dane. Yên ku di demên krîtîk ên mêjûya mirovahiyê de derketine holê jî, tim weke parazvanên rûmeta mirovahiyê hatine bibîranîn. Û yên ku li ser navê mirovahiyê îcad çêkirine, her wiha yên ku felsefeya heqîqetê, rasteqîniyê, rastiyê û azadiyê çêkirine, di dîrokê de cihê xwe standine. Ên zordar jî tim weke yên bêqidoş, naletkirî di dîrokê de cihê xwe girtine.

Îsa bi 12 Hewariyên xwe  bi rê ket. 12 Îmamê Kerbelayê hê jî weke abîdeyekê ne. Derwêşê Evdî li gel bi bira, kurapê xwe bi 12 lehengan lehengiya Kurd û dastana wê nivîsîn. Di dema Şoreşa Rojava de jî 12 ciwanên Helebê hebûn ku ji Helebê bi rê ketibûn û di êrîşa Kobanê de bi lehengî li ber xwe dabûn. Dîsa li Serzorê ya Kobanê 12 kes hebûn heta bi guleya dawî şerê xwe kirin, li gel ku dikarîbûn xwe xilas jî bikin, cihê xwe bernedan û li Serzoriyê şehîd bûn. Bûyera 12’an li Şengalê jî hate jiyîn. 12 gerîlayên Kurd bi mebesta ku pêşî li komkujiyeke pêkan bigirin, gel li gor vê bi rêk û pêk bikin ber bi Şengalê ve têne şandin. Hin jê li Şengalê şehîd bûne û hin jê jî piştre li Bakurê Kurdistanê. Piştî Derwêşê Evdî ji 12’an yek ji 12’ên gerîlayan hê jî li Şengalê ye.

Ji dema ku bi ber bi Şengalê ve bi rê ketin û heta niha tiştên ku jiyîn vegot..Carcaran dilzîz bû, carcaran bi dizîka ve hêstir ji çavan niqutîn. Carcaran jî çav bûne weke stêrikan û çirisîn. Ji ber ku tişta ku kirin ne tiştekî biçûk bû. Civakeke ji qirkirineke mezin rizgar kiribûn. Ji ber ku li cihê ku ew bi 12 kesan çûyinê, artêşek hebû.

Gerîlayê bi navê Serxwebûn behsa 12 Hawarî û behsa rista rzigarîker, parazvan a tevgera wan PKK’ê kir:

RÊWÎTÎ..

‘’24’ê Hezîranê hevalan bang li me kir. Pêşî em çûne Metînayê. Me hinekî bêhna xwe da, piştre em çend saetên din jî meşiyan û gihaştin Garê. Hevalan bi me re civînek çêkirin. Hevalan li ser mijara komkujiyeke pêkan a li ser Fermana Êzîdiyan axivîn û gotin tevdîrên çawa ji bo pêşîlêgirtina fermaneke wiha dikare were girtin. Hevalan, di nav çarçoweya fermana Rêber Apo de destnîşan kirin bê ka em bi peywireke çawa re hevrû ne, Rêbertî peywireke çawa li ber me daniye û ji bo vê peywirê jî em hatine hilbijartin. Ev peywir, peywira hatina ji bo Şengalê bû. Hevalan li ser giringiya peywira me 4 rojan li ser hev bi me re civîn danîn.

28’ê Hezîranê ji bo ku em biçin Şengalê bi rê ketin. Li devereke çiyayî em rojekê man. Piştî ku rojekê em li wir man em derbasî sînorên Rojava bûn. Li nav sînorên Rojava em çar rojan man. Li vir jî hevalan 4 rojan bi me re civîn danîn. Li vir jî mijara civînê ew bû ku em ê hêza xweparastimnê a gelê me yê Êzîdî çawa birêxistin bikin. Civînên li ser giringiya zanebûna xweparastinê, giringiya parastinê û ev ê çawa ji bo wan were veguhaztin. Ji bo vê jî bi me re nîqaş kirin bê ka ji bo wan wê artêşeke çawa were afirandin, çawa wê bikaribin li ser piyan bimînin, mirovên ku bi vê armancê hatine em ê çawa bikaribin perwerde bikin. Me qadên li ber sînor bi kar dianî. Pêşî em hatin demekê li aliyên Cezaa man.

Hevalê Cemal bi me re civîn danî û got, ‘’hûn ê weke 12’ên Derwêşê Evdî bin’’ Hûn ê weke birayê wî Sadûn, kurapê wî û hevalên wan ên din bin. Qada ku hûn ê biçinê û wateya dastana me ya berê ya li wir ev e.’’

Li aliyên Cezaa piştî ku li nêzî sînor em bi cih bûn, bi yekîneyên ku ji 3 kesan pêk tê me xwe birêxistin kir. Piştre me yekîneyên xwe derbasî Şengalê kirin. Em komeke ji 3 kesan jî li Ceza man. Peywira hevalên ku derbasî Şengalê bûbûn, ew bû ku ciwanan birêxistin bikin û berê wan bidine me ji bo ku werin perwerdekirin. Piştî heval derbas bûn PDK pê hisiya ku hevalên me derbas bûn. Bi pey van hevalan ketin. Hevalên me hay ji vê hebûn. Tevdîrên xwe girtin. Lê dîsa jî hinekî rehet tevgeriyan. Ji bo vê jî heval Xebat Dêrik, Harûn Jîrkî û ji Komalên Ciwan Zerdeş û milîsekî Şengalî Bahrihe Qaso, li Xanasorê ji hêla PDK’ê ve hatin girtin. Ev girtin beriya fermanê bi 20 rojan pêk hat. Ev heval beriya ku werin girtin, komên din çend kom ciwan ji me re şandin. Piştî ku ev ciwan hatin, li gor bernameya ku me çêkirî me ew perwerde kirin. Ciwanên ku hatin bi qasî bolikekê bûn. Piştî perwerdehiyeke demkurt me ew derbasî Şengalê kirin.

Ji cil û bergan bigirin, ta bi rext û fîşekan, bi RPG 7 û BKC’yan me li wan kir û ew şandin. Piştî ku me perwerdehiya vê bolikê temam kir em ji hêla Cezaayê qut bûn. Ji ber ku DAIŞ’ê tim êrîş dianî ser devera ku em lê bûn. Şevekê êrîşeke pir tund bi ser me de anî. Şer heta sibehî dom kir. Bêyî ku yek hevalê me jî birîndar bibe em ji wir derketin. Carekê em derbasî aliyê Rabîayê bûn. Di demeke kurt de nezî tabûrekê ciwan ji bo me hatibûn şandin. Di dema ku perwerdehiya van ciwanan dom dikir, fermanê dest pê kir. Ango DAIŞ’ê êrîş bire ser Şengalê û gundên wê. Wê demê ev ciwan me kirin çar kom. Êvarî me civîn danî, berê sibehê her yekî ji me komek ji van ciwanan me bire Şengalê.

Em gihaştin Sinûnê. Roja ku em gihaştin Sinuneyê DAIŞ’ê êrîş anî. Piştî derketine ji Sinuneyê gundên Heriko û Bazuka di destê komên me de bûn. Pêşmergeyên PDK, YNK û hêzên artêşa Iraqê jî li Sinûneyê hebûn. Em bêhtir li gundên ber bi çiyê ve, li ser rêya ku diçû Şengalê bi cih bûbûn.

Me ji hêzên pêşmerge û artêşa Iraaqê re got, ‘’hûn cihê xwe bernadin ne?’’ Wan jî got, ‘’na, em bernadin’’ Wê demê hêzên YPG, YPJ’ê jî hatibûn. Dema ku DAIŞ’ê êrî anî û şer dest pê kir, pêşmergeyan û hêzên artêşa Iraqê cihê xwe berdan. Bi vî awayî salona daweyê ya li derketê jî kete destê DAIŞ’ê. Ciwanên ku me berê ew perwerde kiribûn û hêzên YPG, YPJ’ê bi hev re êrîş birin ser wê salona dawetê, salon ji DAIŞ’ê standin. Nêzî nîv rojê me şer kir. Ji bo ku cebilxaneya me nema em vekişiyan. Di vê navberê de me kiribû ku gelê li Sinûnê jî hilkişê çiyê. Em jî ber bi çiyê ve vekişiyan.

Hin komên ji me li Solaxa, Cil Mera, Derasa, Kizilkentê bi cih bûbûn û li herêma ku jê re Amûd dihate gotin. Her wiha hin komên me gihaştibûn Barte, Geliyê Şilo Cevriye, Şêx Mendê jî. Hin komên me gihaştibûn Geliyê Kesrê, Hirîko, Şerefdînê. Jixwe hijmara me zêde bû. Li van deverên ku min gotin her yekê du sê heval hebûn. Herî pir 4 heval. Li cem hevalên me ji gelê Êzîdî mirovên sivîl jî hebûn. Dema ku hevalên me rê şanî wan dan û tişta ku divê bikin ji wan re gotin, gelekan jê biryar dan ku li cem hevalan bimînin û li ber xwe bidin.

‘GEL XWE LI ÇIYÊ GIRTIBÛ, DIVIYA ME EW RIZGAR BIKIRANA’

Sedema sereke ya vê berxwedana me ew bû ku em nehêlin DAIŞ bigihije çiyê. Ji ber ku gel xwe li çiyê girtibû. Heke xwe bigihandana çiyê wê komkujiyeke pir mezin bikirana. Çiyayê Şengalê xwedî karekterekî wiha ye ku mirov li ber xwe bide ew jî li ber xwe dide. Hin dever hene ku 2 kes jî kozikê deynin, çi qasî çekên giran li dij were şixulandin jî kesek nedikarî wir derbas bike. Me jî li gorî vê kozikên xwe danîbûn û deverên krîtîk me xwe bi cih kiribû.

Li çiyê kêm jî be av hebû. Ji xeynî avê fêkî jî hebûn. Heywan hebûn. Wekî dî tiştekî dî nebû. Ji bo vê jî jinên li ber şîr ji ber kêmbûna xwarinê şîrê wan li wan qut bûbû. Ji ber kêmbûna avê, xwarinê gelek zarokên dergûşê, pîr û kalan jiyana xwe ji dest dan. Her roj çend zarok an jî yixtiyar dimirin. Tiştên pir êşdar çêbûn. Lê tiştekî ku bihate kirin zêde nebû. Ji ber ku çeteyan her dever dorpêç kiribûn.

Diviya gelê xwe li çiyê girtî bihatana xilaskirin. Ji ber ku DAIŞ’ê êrî dianî. Armanca wan ew bû ku xwe bigihînin çiyê û tevahiya Şengalê bi dest bixin. Ku çiya bi dest bixistana wê bi sedhezaran mirovên ku xwe li çiyê girtin, bikuştana. Her wiha meseleya avê û zexîrê, xwarinê giran bû. Ji bo vê jî hêzên YPG, YPJ’ê di roja pêşî de korîdorek li Rojava vekirin. Ji vê korîdora ku wan vekirî her roj bi dehan mirov derbas dibûn. DAIŞ’ê tim êrîş dibir ser korîdorê. Ji bo vê jî bang hate kirin ku HPG tevlî parastinê bibe. HPG’ê di demek kurt de bersiv da bangê û hêz şandin. Piştî ku heval hatin hijmara me zêde bû. Dema ku HPG hat, hem hêzên YPG, YPJ, HPG, YJA Starê korîdor girtin û hem jî ji bo ku çiyê biparêzin, li korîdorê kozik danîn. Hevalan 5-6’ê Tebaxê korîdor vekirin, 7-8’ê Tebaxê korîdor êdî vebûbû. Lê hê zêde ne bi ewle bû. Pêşî diviya me ewle bikira. Ji bo vê jî em gav bi gav diçûn. Serê 50-100 metroî ji axê, kîsan me kozik datanîn û komek heval li ser danî. Me hemû kozik bi kuling û bêran çêkirin. Ji ber ku ji bilî vê di destê me de tiştek nebû. Me dîwarek ji ji bedena xwe çêkir. Mesafeya di navbera me û DAIŞ’ê de jî ne pir bû. Li hin deveran 100, li hin deveran 200 û li hin deveran jî 300, herî pir 500 metro bû. Heta bi Rojava piştî ku me ewlekarî danî, kom bi kom me ew derbas kirin. Me bi roj  gel derbas dikir û bi şev jî bi ser DAIŞ’ê de me êrîş dibir û qada xwe fireh dikir.

BI XWÎNA XWE KORÎDOR VEKIRÎ DIHIŞTIN

Li hêla Cezaayê tim êrîş bi ser korîdorê de çêdibûn. Li wê korîdorê 63 hevalên me şehîd bûn. Lê dîsa jî me tim korîdor vekirî hişt û parast. Ji ber ku ew korîdor ku piştre ji aliyê hinan ve hate binavkirin, korîdora mirovahiyê bû. Korîdora jiyana Êzîdiyan bû. Korîdora ku Êzîdiyan ji qirkirinê xilas kirî. Heta ku me gel hemû ji korîdorê derbas kir nêzî 100 hevalên me şehîd bûn. Ji xeynî vê jî li berxwedanên li deverên din jî nêzî 100 hevalên me şehîd bûn. Ango bi giştî 250-300 hevalên me şehîd bûn. Hevalên me şehîd bûn lê nirxek li dîroka mirovahiyê zêde kir. Me gelê xwe yê Êzîdî ji qirkirinê xilas kir. Ev bi vê serbilind û serfiraz in. Xwezî hevalên me şehîd nebûna. Lê bêyî ku em berdêlan bidin me nedikarî pêşî li qirkirinê bigirin. Mînak ji hevalê me yê şehîd bûyî hevalekî bi navê Şoreş Xinis hebû. Fermandar û lehengekî mezin bû. Hevalê Şoreş pêşî li eniya Ceza dima. Di heman demê de fermandariya vekirîmana korîdorê û parastina wê jî dikir. Tim wiha digot; ‘’Fermana Rêbertî ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe divê em vî gelî biparêzin û xilas bikin. An em ê vî gelî ji qirkirinê biparêzin û layiqî Rêbertî û dîrokê bin an jî em ê werin naletkirin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê hewl bidin layiqî Rêbertî, gel û dîrokê bin. Yek bi yek em hemû dibe ku di vê rêyê de bimirin. Jixwe me ev aniye ber çavan. Ku hevalên nikaribin bikin, ne şerm e. Dikare bibêje, ez nikarim, û vekişe. Di vê mijarê de bila hemû hevalên me rehet bin. Ji bo vê jî hevalên me yên ku nikaribin, derî vekiriye, bi rehetî dikarin biçin.’’

Hevalê Şoreş bi vê bal dikişande ser girêdayîbûna bi Rêbertî, dîrok û gel û peywirên mirovahiyê. Helbet mirovên ku ji vê bawer dikirin dikarîbûn bimînin. Wekî dî hevalê Cemşîd hebû. Hevala Şehîd Şîrvan hebû.  Piştre hatibû, dema ku korîdor diparast li Diguriyê şehîd bû.  Korîdor ji Dîguriyê dest pê dikir diçû heta bi Şerefdînê û Geliyê  Kesrê.

Gelên dinyayê û hêzên dinyayê şaş man. Her kesî nîqaş kir bê ka PKK çawa di rojekê de xwe gihande wir. Piştî ku em gihaştin wir me hewl da ku gotinên Rêbertî pêk bînin û nîşan bidin ku em layiqî wî ne. Me çi qasî bi cih anî nizanimö Lê ji bo ku gelê Êzîdî ji qirkirinê xilas bikin hevalên me xwîna xwe rijandin.

12 HAWARÎ..

Em 12 heval hatin. Ji 12’an yek hevalê Canpolat şehîd bû. Ew li Geliyê Şilo şehîd Bû. Hevalekî ji Kobanê bû. Hin heval ji vir li çiyê vegeriyan. Ji wir derbasî bakur bûn. Hinan jê di berxwedana xwerêveberiyê de cihê xwe girtin. Ji 12’an tenê ez mam li Şengalê. Çîrokeke Doçkayê heye. Ev rastiyeke dîrokî ye. Ji ber ku ew ne ji wê doçkayê bûya, gelê me yê Êzîdî wê bihatana qirkirin. Dema ku mirov ji çiyê dadikeve Şengalê fetloneke heye, li wir derbas dibe. Pêşmergeyan bi fermanan vekişiyan û ew der hiştin. Bi xwe re nebirin.

Du gundiyan ew doçka dîtin û ew anîn wê fetlonekê. Lê ne sazkar bû. Sê hevalên ku bi me re hatibûn ew tamîr kirin. Piştre li fetloneke herî bilind a Şengalê danîn. Ji bo ku gelê Şengalê biparêzin çûne ser. Gel weke morîkan rêz bûbûn li ser rê. DAIŞ’ê hewl dida gelê ku bi rê ketî bikuje, hevalan jî ew bi paş dikişandin. Me bi vî awayî gel xilas kir. Piştre dema ku pêşmerge li Şengalê vegeriyan, pêşmergeyekî bi navê Qasim Dirbo xwest ku ji bo doçkayê pirsgirêkan çêbike. Hevalê Şehîd Dilgeş hebû, hindik ma şer bike li dij wan. Hevalan ji bo ku şerekî nû yê Kurd dernekeve doçka ji wan re hiştin. Lê ev doçka heta ku navenda bajêr a Şengalê azad bibe di destê hevalên me de bû. Piştî me pêngava azadkirina navenda bajêr a Şengalê da, me ji wan re hişt.

Divê ev wiha wiha derbasî dîrokê bibe ji ber ku rastî wiha ye. Ji bo vê divê em nehêlin dîrokeke şaş awere nivîsin, weke ku wan doçka şixulandiye, gel parastiye, ji qirkirinê xilas kriiye. Hemû dinya bi vê dizane. Em bi 12 kesan hatin vir lê niha artêşa Şengalê ya bi navê YBŞ, YJŞ’ê heye. Carinan ev bi min weke xewnekê, xeyalekê tê. Lê rastiyek e. Helbet ev bi berxwedanê çêbû.

YBŞ bi berxwedana xwe, xwe bi dinyayê da qebûlkirin. Bû hêza rewa ya Şengalê. PKK’ê bi xwînê cihê ku ketiyê stand. Li wir çanda berxwedanê çêkir. Li Şengalê yek ji devera ku berxwedan pir lê bûyî Geliyê Şîlo bû. 36 hevalên me li wir şehîd bûn. Hevalekî me yê ji rojhilata, Dilgeş ku ji rêveberiya HPG’ê ya Şengalê û di rêveberiya qadê de bû, şehîd bû. Cihê ku lê şehîd bûyî navê wî lê kirin. Dîsa heval Newrez hebû li wir bi mayinê şehîd bû. Hevalan navê wî li girekî kirin. Heval Şehîd Ferhat, Şehîd Manî jî li wir şehîd bûn, navên wan li gir kirin. Hevalên Şehîd Egîd, Sîpan, Agir jî li wir şehîd bûn û navê wan li gir kirin. Dîsa Girê Şehîd Viyan heye. Ew li Geliyê şehîd ket. Hevalên me bi xwîna xwe li ber xwe dan. Ji bo vê jî navê Geliyê bû Geliya Şehîdan.

JI NAV BERXEWDANÊ FERMANDARÊ ÊZÎDÎ ÇÊBÛN

Ya dî li nav berxwedanê gelek fermandarên Êzîdî çêbûn. Yek ji van jî heval Xeyrî ye. Welatparêzekî Êzîdî bû. Dema ku fermanê dest pê kirî xaka xwe berneda. Li cem wî hevalên wî hebûn, hemû jî bi çek bûn. Ne pêşmerge bûn. Bi koma xwe re tevlî YBŞ’ê bû. Li hêla Sikiniyê berxwedaneke mezin nîşan da. Jixwe di nav gel de weke Şêrê Sikiniyê tê gotin. Li wir şehîd bû. Dîsa yek ji fermandarê nû Berxwedan bû. Malbata wî bi piranî ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû revandin. Ji malbata wî tenê bira û diya wî filitî bû. Carinan li wî digeriya. Digot, şer li kû be ez li wir im. Hevalekî wiha bû siberoja Şengalê bû, me dixwest ku em wî biparêzin lê mixabin şehîd bû. Yek ji van heval û fermandaran jî hevalê Serdar bû li ku li Saloxa şehîd bû. Yekî dî Azad bû. Hevalê Azad ji bo berdevkiya YBŞ’ê xwe kar kiribû. Biryar hatibû dayin. Hevalan ji bo ku peywirê bidinê bang lê kirin. Eniya şer berneda û nehat. Yek ji fermandarê dî yê Êzîdî hevalê Mansûr bû. Piştî ku azadûna navenda bajarê Şengalê dît şehîd bû.

Destpêkê DAIŞ’ê çav berdabû Çil Mera, Amûdê. Digotin, ‘’em van deran bistînin em ê berxwedana xwediyê meqaban zer bişikînin’’ Êrîşên xw bi vî hesabî dikirin. Êrîş birin ser gelek deveran. Ser Derase, Gabara, Geliyê Şilo, Solaxa, Şerefdîn. Ji gelek hêlan ve êrîş dianîn.’’