Serokê YNK’ê Bafil Talebanî qurbaniyên fermanê bi bîr anî
Serokê YNK’ê Bafi Talebanî wiha got: “Komkujiya ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve li dijî Êzidiyan hatî hatî kirin, sûcek nayê jibîrkirin û êşek mezine.”
Serokê YNK’ê Bafi Talebanî wiha got: “Komkujiya ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve li dijî Êzidiyan hatî hatî kirin, sûcek nayê jibîrkirin û êşek mezine.”
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
“Komkujiya ji aliyê terorîstên DAÎŞ’ê ve, bi ser xiwşk û birayên me yên Êzidî de hatî, sucek nayê jibîrkirin û li ser dilê me hemûyan janek mezine. Em hemû kesên jiyana xwe dest dane û winda bûne bibîr tînin.
YNK ji bo avakirina Şengal û vegera Êzidiyan ya ji bo cih û warên xwe, di nava hewldanek mezin deye. Her wiha ji bo dîtina kesên çarenûsa wan nediyar, jî hewldan û lêgerînên me dewam dike. Em weke YNK li dijî planên ku jiyana Êzidiyan dixin xeteriyê, radiwestîn.”