Sermend: Ji ber nakokiyên PDK'ê û YNK'ê rewşa Kerkûkê aloz e

Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê ku Başûrê Kurdistanê 51 ji sedî xaka xwe windakir, pirsgirêkên di navbera desthilatdariya Kurdî de zêde bûne. Pirsgirêka sereke ya nava aliyên Kurdî pirsgirêka Meclîsa Kerkûk û waliyê Kerkûkê ye.

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdisan (Tevgera Azadî) yê Kerkûkê Komel Sermend ji ANF'ê re axivî û got; "Ji ber şerê desthilatdariyê yê di navbera herdu partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê PDK-YNK bajarê Kerkûkê bûye qurbanî. Ev şerê desthilatdariyê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) de ye."

JI BER PIRSGIRÊKÊN ALIYÊN KURDÎ KERKÛK LI NAVERASTÊ MAYE

Sermend bi domdarî got; "Pirsgirêka pêkanîna hikumeta nû ya herêma Kurdistanê û pirsgirêka erk û asta partiyan tevlî pirsgirêkên Kerkûkê hatiye kirin. Pirsgirêka Kerkûkê girêdayî avakirina hikumeta herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku ne diyare Yekîtî Nîştimanî Kurdistan li ku dera hikumetê cih digre, piştre Partî Demokrata Kurdistan ji bo avakirina hikumetê bi Tevgera Goran li hev kir. Pirsgirêka Kerkûkê bi avakirina hikumeta herêma Kurdistan re peywndidare, ji ber wê heta niha pirsgirêka Kerkûkê li holê maye.”

'DIVÊ PIRSGIRÊKA KERKÛKÊ NEKEVE NAVA BERJEWENDIYÊN PARTIYAN'

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Sermend têkildarî helwesta Tevgera Azadiyê jî got; "Li gorî me pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkek taybet û diyar e. Divê pirsgirêka Kerkûkê nekeve di navbera danûstandina partî, kesayet û binemalek li ti herêmên Iraqê. Divê çareseriyek ji pirsgirêka Kerkûkê re were dîtin ji ber ku gelê Kerkûkê gelek zorî û zehmetî dîtiye."

Komel Sermend herî dawî got; "Divê aliyên siyasî li ser pirsgirêka Kerkûkê di demek zû de li hev rûnin, têkildarî pirsa walî û meclîsa Kerkûkê li hev bikin, rewşa Kerkûkê li naverastê neyê hiştin û rewşa Kerkûkê aram bibe."