Serkêşê çeteya fûhûşê ya li Çewlikê Bûkan ê AKP'î ye?

Di operasyona fûhûşê de ya li Çewlikê, Alîkarê berê yê Şaredarê Çewlikê yê AKP'î Mûhîttîn Bûkan hate destgîrkirin. Hate îdîakirin ku Bûkan serkêşê çeteyê ye. Bûkan piştî şeş saetan serbest hate berdan.

Walîtiya li Çewlikê ragihandibû ku di operasyona dawî de ya li bajêr 31 kes hatine destgîrkirin.

Bi sûcdariya 'di berdêla pere de zext li mirovan kirine ku bikevin nava têkiliya cinsî û şantaj kirine' ew kes hatin destgîrkirin.

Tevî ku di daxuyaniya walîtiyê de hate gotin, G.B. (Gulistan Bulut) û F.B. (Fevzi Koslu) lîderên çeteyê ne jî tê gotin ku serçeteyê sereke Alîkarê berê yê Şaredarê AKP'î Mûhîttîn Bûkan e. Di lîsteyê de hin kesên ku balê dikişînin çawişê pispor Ersîn Yildiz, Ahmet Varan ê ku demeke dirêj cerdevaniyê dike û Mehmet Tekgoçen ê demekê ji ber doza Hizbullahê di girtîgehê de ma.

Hin çavkaniyên ji Çewlikê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, anîn ziman ku Bûkan ê li Çewlikê muteahattiyê dike yek ji damezrînerên çeteyê ye. Heman çavkaniyan ragihandin, Bûkan ê ku hate destgîrkirin piştî şeş saetan bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Çavkaniyekî din jî ragihand ku emniyetê zûdeyî bi çeteyê zanîbû, lê belê ji bo bandorê li hilbijartinê neke bi helwesteke siyasî taloq kiriye. Sedema vê yekê jî ew e ku endamên çeteyê endamên AKP û MHP'ê ne.

Ji 31 gumanbarên hatin destgîrkirin 6 jê piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan û ji wan ên mayî jî 25 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Di nava wan de 15 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, ji gumanbaran 10 kes jî hatin girtin. Der barê dosyayê de biryara nepenîtiyê hate wergirtin.