'Serîtewandina li ber faşîzmê destberdana ji mirovahiyê ye'

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, li Nobeda 'Wijdan û Edaletê' daxuyanî da. Baydemîr got, "Sond û peyman e, em ê ji Kurdan re bêjin Kurd, ji Kurdistanê re jî bêjin Kurdistan. Serîtewandina li ber faşîzmê, destberdana ji mirovahiyê ye."

Çalakiya "Nobeda Wijdan û Edaletê" ya HDP'ê, ku li Parka Ekîn Ceren a Amedê tê lidarxistin, di roja çaran de ye. Rêveberên CHP'ê yên bajarê Amedê ji bo piştgiriyê serdana çalakiya nobedê kirin. Serokê CHP'ê yê Bajêr Ahmet Sayin jî di nav de, heyeta CHP'ê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya wekîlan bû. Lê polîsên Tirk nehiştin rêveberên TMMOB û Platforma 'Na ji hilweşandina Sûrê re' bikevin parkê. Nûnerên TMMOB'ê nerazîbûn nîşanî vê dan û gotin, "Kerbela sedsala 21'ê li vir e."

Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Osman Baydemîr û wekîlên di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî vê helwesta qedexeker a polîsên Tirk dan.

'NOBEDA ME LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE'

Baydemîr gotina, "Nabe ku dadgerî bibe begê jiyana dewletê, ancax dikare bibe xizmetkarê polîtîkaya dewletê" ya Hîtler bibîr xist û got, "AKP dibêje 'nabe ku dadgerî rê nîşanî hilbijartiyan, nîşanî îradeya milî bide'. Baş e, çima bi fermanê hewl tê dayin ku hilbijartî û vîna gel bînin ser xeta xwe. Ji ber vê yekê Nobeda Wijdan û Edaletê sekna li dijî helwesta ku bi fermanan dadgeriyê dixe bin kontrola xwe, ye."

Li ser 'betalkirin'a wekîliya Tûgba Hezer û Faysal Sariyildiz berdevkê HDP'ê Baydemîr got, "Betakirina parlamenteriya wan bi tevlînebûna li rûniştinên parlamentê girê didin. Derewan dikin. Eger wekîliya Sariyildiz û Hezer ji ber vê yekê hatibe betalkirin, wê çaxê li qeydan binerin û bibînin bê Davûtoglû hatiye meclîsê yan na."

'EM Ê NESEKININ'

Baydemîr destnîşan kir, ku rejîmeke welê hatiye afirandin ku axaftina li parlamentê jî hatiye qedexekirin û wiha dewam kir: "Gotina Kurd, gelê Kurd, komkujiya Êzidî, Elewî û Dersimê wê weke sûc bê dîtin û cezayê pereyan bê birîn. Sond û peyman e, em ê bêdeng nemînin. Silav ji Dersimê re, ji Çorûmê re, em ê ji neviyên Seyît Riza re bêjin can. Sûcê me ev be, em ê her tim vî sûcî bikin. Sond û peyman e, em ê ji Kurdan re bêjin Kurd, ji Kurdistanê re jî bêjin Kurdistan. Em ê serî li ber faşîzmê netewînin. Serîtewandina li ber faşîzmê tê wateya destberdana ji mirovahiyê. Eger bi sekneke wijdanî û însanî pêşî lê neyê girtin, wê nirxên mirovahiyê bihelin. Em bang li hemû wijdanan dikin. Em nesekinin, bi hev re pêşî li faşîzmê bigirin."

Baydemîr spasiya gelê Amedê kir, ku piştgiriyê dide çalakiya wan û bal kişand ser saziyên ku serdana wan tê astengkirin: "Em zanin ku em bi tenê nînin. Ji aliyê fîzîkî ve em nikaribin xwe bigihînin hev jî, wijdanên me gihîştine hev. Faşîzm wê pêl bi pêş têk biçe."

Osman Baydemîr spasiya heyetên CHP û Platforma 'Na ji hilweşandina Sûrê' re kir ku hatin serdana wan.

Li ser navê heyeta CHP'ê, Serokê CHP'ê yê Bajêr Mehmet Sayin kulîlk da wekîlên nobedê û piştgirî da çalakiyê.

Serdanên ji bo piştgiriyê yên li qada çalakiyê, dewam dikin.