Şerê piştî êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê derketî didome

Şerê piştî êrîşa artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser Bendava Şehbayê dayî destpêkirin û şûnde, hê jî dewam dike. Li ser bersivdayîn tund a şervanên Ceyş El-Swar a li dijî êrîşên artêşa Tirk re şer destpê kiribû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro saet di 11.00′an de, bi çekên giran nUqteyên şervanên Ceyş El-Siwar ên li bendava Şahbayê û Qol Sirûc a girêdayî herêmên Şahbayê topbaran kirin.

Ev êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat û li herêmê şerê dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin, hejmarek çete hatin kuştin û şer didomin.

Hêzên Şoreşger bendava Şahbayê di 19′ê Cotmeha sala 2016′an de ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Ji wê demê ve, êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li bendavê didomin.