Serderiyê Quba Mehme Reşan: Heta em sax bin em ê qenciya gerîla ji bîr nekin

Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal behsa berxwedaniya gerîlayên HPG’ê kir û got, "Beriya her kesî gerîla hatin hewara me û em parastin."

Di sala 2014’an de dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kirin, beriya her tiştî dest avêtin nirxên civakê û xwestin îradeya civakê bi vê yekê teslîm bistînin. Dizanin ku di nav civaka Êzidiyan de baweriyeke ne ji rêzê ji bo goristan û jinan hey û ji ber vê bi pêngava yekem re jinên Êzidî revandin û êrîşî goristan û quban kirin.

Di nav civaka Êzidî de yek ji tişta herî pîroz goristan û mezargeh in, her sal cimaya wan çêdikin. Di heman demê de ev qub û mezargeh ji bo Êzidiyan bûne stargeh û sedema wê jî ev e ku ev qub û mezargeh di çiya û cihê asê de ne da ku dijmin bi hêsanî nikaribe xwe bigihîne wir.

Dema DAÎŞ’ê êrîşî civakê kir, gel neçar man ku xwe bispêrin çiyayan. DAÎŞ’ê jî dest bi teqandin û hilweşandina qub û mezargehan kir. Yek ji van quban jî Quba Mehme Reşan bû ku di dema fermanê de hatibû teqandin. Ev der dikeve Başûrê Rojhilatê Şengalê. Gelek eşîrên ji Şengalê şehîd û miriyên xwe li vir vedişêrin.

Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal Behsa dîrok û kevnariya wê kir û got “Nêzî 200 salan e, ev der heye. Eşîra Delkan a ku yek ji eşîra herî kevn a Şengalê ye, wan bi xwe ev qub ava kirine. Heta sala 2009’an kesî nekaribû xizmeta wê bike. Ji sala 2009’an ve êrîşa Delkan ji bo serderîtiya vê derê ez peywirdar kirine. Heta sala 2014’an, ji mala xwe zêdetir min guhê xwe dida vir û min xizmeta wê dikir. Di sala 2014’an de her kes dizane ku çi bi serê civaka me hat û em neçar man ev dev ji pîroziyên xwe berdin. Me gelek caran hewl da ku em vê qubê biparêzin û çeteyên DAÎŞ’ê jî hewl didan xwe bigihînin qubê. Cebilxaneya me pir kêm bû ya DAÎŞ’ê ji ya me zêdetir bû. Me gelekî hewl da ku DAÎŞ xwe negihîne qubê. Çeteyên DAÎŞ’ê dest bi teqandina qubeyan kir. Quba Amadîn, Mehme Reşan, Şêx Hesen, Şêx Mend, Melek Fexredîn (Girê Gewir) yên di milê Başûrê Çiyayê Şengalê ya Siwarê Gêdûkê ya li Bakurê Rojavayê Şengalê teqandin.

Pîr Kemal diyar kir Quba Mehme Reşan di 15’e Cotmeha 2014’an de hate teqandin. Karê DAÎŞ’ê di tu qanûnan de nayê qebûlkirin, ji ber ku di tevahiya cîhanê de kesî nedîtiye ku mezargehên dîrokî hate rûxandin, lê belê DAÎŞ’ê xwest civaka me bêyî dîrok bihêle lê bi saya serê şervanên azadiyê û xortên azadiyê, careke me ava kir. Di sala 2022’an de me careke din dest bi avakirina Quba Mehme Reşan kir û me di nava çend mehan de temam kir.”

Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal behsa berxwedaniya gerîlayên HPG’ê kir û got “Beriya her kesî gerîla hatin hewara me. Bi erebeyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Şervan di tevahiya çiya da belav bûn, li her derê bendên leşkerî danîn û me bi hev re li vir şer kir. Gelek şehîdan xwe ji bo pîrozbahiyan dan kuştin. Ew hatin, xwarin û cebilxane ji me re anîn, em di nav şertên pir zehmet de bûn. Heta ku em sax bin em ê qenciya wan ji bîr nekin.”