Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Serdema nû ya têkoşînê

Karasû got, "Rêber Apo got, 'dest ji greva birçîbûnê berdin', negot 'têkoşînê rawestînin'" û diyar kir, têkoşîn wê heta çareseriya pirsgirêka Kurd bidome. Karasû destnîşan kir, vê çalakiyê serdemeke nû ya têkoşîna siyasî derxistiye holê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû doh êvarê beşdarî bernameya 'Ulkeden' a Medya Haber TV bû.

Karasû berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê nirxand û diyar kir, di encama çalakiya bi hezaran berxwedêrî, gelê Kurd, dayikên Kurd û hêzên demokrasiyê de desthilatdarî tengav bû, neçar ma ku destûrê bide parêzeran ku biçin Îmraliyê û CPT serdana Girava Îmraliyê bike.

Karasû di şexsê Leyla Guven de, berxwedêr hemû bi rêzdarî silav kir û cangoriyên pêngavê jî bi rêzdarî û minet bi bîr anî. Karasû ji bo cangoriyan got, wê weke şehîdên dilsoziya mezin a bi Rêbertî, gelê Kurd û doza azadiyê di nava dîroka Kurdistanê û têkoşîna wan de her hebin.

'RÊBER APO 2'Ê GULANÊ JÎ BANGA BIDAWÎKIRINA ÇALAKIYÊ KIRIBÛ, LÊ ÇALAKGERAN NEXWESTIN BI HEVDÎTINEKE BI CAREKÊ BI DAWÎ BIKIN'

Karasû hevdîtina 2'ê Gulanê ya parêzeran a bi Ocalan re bi bîr xist û got, "Rêber Apo di 2'ê Gulanê de bang li çalakgeran kiribû ku dest ji çalakiyê berdin, lê belê çalakgeran nexwestin bi hevdîtina bi carekê dawî li çalakiyê bînin. Bi rengekî mafdar dixwestin tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bibe. Ji xwe dest bi rojiya mirinê kirin û hîn bi xurtî bandor li raya giştî kirin. Saziyên mafên mirovan û hiqûqê gotin; wê demê bila hevdîtin timî bên kirin. Wezîrê Edaletê daxuyanî da û diyar kir ku qedexe bi dawî bûye. Yanî bi navê hikumet û dewletê soz da."

TECRÎD ÊDÎ TEŞHÎR BÛ

Karasû anî ziman, di nava rewşeke wiha de careke din hevdîtin hate kirin û got, "Rêber Apo careke din xwest ku dest ji çalakiyê bê berdan. Êdî raya giştî hatibû afirandin. Tecrîd li gelemperiya dinyayê hate bilêvkirin, Wezareta Edaletê soz da. Lewma ji aliyê hiqûqî, exlaqî û wijdanî ve ti sedemên domandina tecrîdê êdî neman. Rêbertî jî ji ber vê yekê têrker dît. Rêbertî got; hevdîtin bi me re pêk hat, raya giştî afirî, lewma çalakiya we gihîşt armanca xwe. Dibe ku tecrîd bi temamî bi dawî nebû be, ne diyar e ku hevdîtin wê bidome yan na. Rêbertî ji parêzerên xwe re got, 'ez nizanim ku wê careke din destûrê bidin we ku hevdîtinê bikin yan na, wê piştre diyar bibe'."

Karasû destnîşan kir ku tecrîd êdî teşhîr bûye, meşrûiyeta xwe nema û got, "Eşkere bû ku kiryareke ne meşrû, ne exlaqî, ne hiqûqî ye. Domandina tecrîdê ji niha û pê ve wê ji bo vê desthilatdariyê ne karekî hêsan be. Bixwazin bidomînin jî wê zehmetiyan bikişînin."

HATE DÎTIN KU KURD CIVAKEKE FEDAYÎ YE

Karasû da xuyakirin ku di dema pêngavê de lehengiyeke mezin hate nîşandan û got, "Hate dîtin ku gelê Kurd veguheriye civakeke fedayî. Hevrêyên me yên li zindanan hemû fedayî ne. Li ser xeta 14'ê Tîrmehê ne. Têkbirina xeta 14'ê Tîrmehê nepêkan e. Hevreyên me hemû dikarîbûn li pey hev şehîd bibûna. Ji xwe eger bi vê bangê re çalakî nehatibûya rawestandin wê şehadet hêdî hêdî rû bidan. Yên di rojiya mirinê de bûn wê bigihîştina şehadetê. Bi wan re encam nehatibûya wergirtin wê komên din biketina dewrê. Ji bo bidawîbûna tecrîdê hevrêyên me yên li zindanan wê jiyana xwe bi rengekî fedayî feda bikira. Vê yekê wê her kes bixista nava liv û tevgerê. Lewma em biryarên hevrêyên xwe yên li zindanan bi rêzdarî silav dikin. Bi rastî jî helwesteke cihê rêzdariyê ye. Hemû fedayî ne, fedayiyên Rêbertî ne, fedayiyên gelê Kurd in. Ewladên gelê Kurd ên bi vî rengî li çiyê, li zindanan li her deverê hene. Lewma kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire. Ev fedayîtî êdî di rehê Kurdan de heye. Bi jin, bi ciwanên xwe êdî fedayî ne. Berxwedan ji bo her kesî peyameke wiha bû."

TÊKOŞÎN WÊ HETA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BIDOME

Karasû bal kişand ser pêvajoya ji niha û pê ve û got, "Eşkere ye ku têkoşîn heta demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bidome. Hîn ne Tirkiye demokratîk bûye ne jî pirsgirêka Kurd çareser bûye. Ya ku pêk hat ew e; tecrîdkirina Rêber Apo heta astekê bi dawî bû; heta astekê qanûn û destûra bingehîn bi cih hate anîn. Pirsgirêka bingehîn a li pêşiya Tirkiyeyê, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev yek jî bi têkoşînê, bi xurtkirina zîhniyeta demokratîk, bi hewldanên civaka demokratîk û hêzên demokrasiyê dibe. Li ti devera dinyayê ji ber xwe ve nabe. Demokratîkbûn bi têkoşîn û rêxistiniya gelan û hêzên demokrasiyê pêk tê, pirsgirêk bi vî rengî çareser dibin. Lewma, weke ku berxwedêran gotin; têkoşîn wê bidome. Rêber Apo got, 'dest ji greva birçîbûnê berdin', negot 'têkoşînê rawestînin'."

Karasû destnîşan kir, têkoşîn tenê bi grevên birçîbûnê nabe, pêwîste bi rê û rêbazên hîn bi bandor bê domandin û got, "Çalakiyên bi vî rengî dikare hin gavan bidin avêtin, dikarin bibin destpêk, lê belê encama esasî bêguman wê bi têkoşînê were wergirtin. Lewma wê têkoşîn bidome û divê bidome."