Serdegirtina polîsan li Wanê hate protestokirin

Êrîşa polîsa a li ser avahiya ku bi armanca piştevaniyê bidin greva birçîbûnê ya Leyla Guven hatibû destpêkirin, li Wanê hate protestokirin.

Êrîşa polîsan a li ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ku di nav de Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Dersim Dag û Mûrat Sarisaç jî heye, li grevê ne li Wanê hate protestokirin.

Hevseroka HPD’ê ya Wanê Yadîşah Karabûlak, Hevseroka BDP’ê ya Wanê Ayla Tarhan, nûnerên KCD’ê, Aktivîstên TJA, Dayikên Aştiyê û gel di daxuyaniya çapmeniyê de amade bûn.

Rêvebera HDP’ê ya Wanê Nesîbe Akdag daxuyanî da û bal kişand ser berxwedana Leyla Guvne û got: “Niha bi dehan hevrêyên me grevên birçîbûnê dewam dikin. Ji bo piştgirî bidin hevrêyên xwe û destekê bidin daxwazên wan ên rewa wekîlê me jî di nav de 6 kes li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi grevê kirine. Duh şev saet 21:00’ê polîsan ser avahiyê de girtin, hevrêyên me derb kirin, gelek hevrêyên me jî destgîrkirin.

Akdag got: “ Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne. Em dev ji van daxwazan bernadin. Hedefkirina hevrêyên me piştî hedefnîşandana Serokkomar Erdogan û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû pêk hatine.Êrîşên AKP’ê yên ku dibînin wê di 31’ê de winda bikin zêde bûne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê tecrîd bi lezgîn bi dawî bibe.