Serdanên ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar didome

PÎA û Înîsîyatîfa Heq a Dîlokê ji bo piştgiriyê çû serdana malbata Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurê wê û hevjînê wê kuştibûn tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, berxwedana xwe didomînin. Malbata Şenyaşar 161 roj in çalakiya xwe ya nobetê didomînin.

Heyeta Înîsîyatîfa Heq a Dîlokê û Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) jî çû serdana malbatê.

Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Înîsîyatîfa Heq Mehmet Kaya diyar kir vê tişta pêk hatiye zilm e û ji bo piştgiriya malbatê ew hatin serdanê.

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya yê ku peywira wî hatibû desteserkirin çûn serdana malbatê. Kamaç di serdanê de got “Malbata Şenyaşar 161 roj in li vê derê ji bo edaletê nobetê digirin. Her kes dizane ku li ser malbatê qetlîameke çawa heye. Em diyar dikin ku em ê her dem bi malbatê re bin û em bawer in wê têkoşîna edaletê bi ser bikeve. “

Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser serdanên ji bo hevgirtinê û got “Em ji bo heq û edaletê têkoşin. Çi kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im, divê xwedî li vê dozê derkevin. Di vê dozê de wê heq bi ser bikeve, zalim têk biçin. Yan mirin yan jî azadî wê karibe me ji vir rake.”