Serdanên ji bo malbata Şenyaşar dewam dikin

Malbata Şenyaşar ku ferdên wan ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê ve hatin qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya 'Nobeda Edaletê' dewam dike. Endamên Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê serdana malbata Şenyaşar kirin.

Dayik Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji êrişê rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê ya ji bo 'edaletê' dewam dike. Endamên Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê serdana çalakiyê kirin.

Di dema serdanê de Emîne Şenyaşar qala bûyerên ku di nava 43 rojên nobeda 'edaletê' de bi serê wan ve hatî kir û got, "Ji dizan re dibêjin wekîl. Gelo diz dibe wekîl?"

Ferît Şenyaşar jî qala detayên dosya dozê kir û got, "We bi çavê mirovan li me nenihêrî. We ceza nedan wan mirovan. Êriş birin ser ambûlansên ku em pê dihatin birin, zerar dan malên cemaweriyê. Qet nebe ji ber vê yekê gavekê biavêjin, qet nebe ji ber vê yekê ceza li wan bibirin."

Ji Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek jî got, "Heta ku edalet bi cih bê anîn, weke rêxistinên civakî yên sivîl, weke platformên jinan em ê şopdarê doza we bin. Ji destê me çi bê em amade ne bikin."