Serdanên ji bo Leyla Guven didomin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 109 roj in di greva birçîbûnê de ye. Nûnerên gelek saziyan ji bo piştgiriyê diçin serdana Leyla Guven.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 109 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Çalakgera aştiyê Nîmet Tanrûlû û Fîlîz Ûgûz, femînîst Ozengul Ergun, Seher Kalkan, nivîskara rojnameya Cûmhûriyetê Işil Ozgentûrk jî ji bo piştgiriyê çûn serdana Leyla Guven.

Leyla Guven jî diyar kir ku vê serdana piştgiriyê, moral dide wê û got ku “Me jinan me şer neda destpêkirin lê em ê aştiyê bidin destpêkirin.” Leyla Guven bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye zagonên xwe binpê dike.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz û Jinên Demokrat ên Şoreşger jî çûn serdana Leyla Guven. Guven diyar kir ku di bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de tecrîd heye.

Di heman demê de malbatên girtiyên ku di girtîgehan de di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji bo piştgiriyê çûn serdana Leyla Guven.