Şer û operasyona li Çarçelayê dewam dike
Operasyona artêşa Tirk a di 25’ê Adarê li herêma Çarçelayê dabû destpêkirin didome. Li gorî çalakiyên gerîla lidarxistin, li gorî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.
Operasyona artêşa Tirk a di 25’ê Adarê li herêma Çarçelayê dabû destpêkirin didome. Li gorî çalakiyên gerîla lidarxistin, li gorî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona Çarçela daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:
“Operasyona artêşa Tirk a ku 25’ê Adarê li herêma Çarçela ya li ser xeta sînorê navçeya Gever a Colemêrgê dabû destpêkirin didome. Gerîlayên me 26’ê Adarê saet 07:30;’an de li dijî leşkerên li Girê Bayê bi cih bûne çalakiyekî sekvaniyê lidar xistine û leşkerek hate kuştin.
26’ê Adarê saet 11:30’an de artêşa Tirk bi helîkoptera bi tîpa Skorsky xwest ku li Girê Bayê leşkeran dane, di vê navberê de gerîlayên me bi çekên giran li helîkopterê xistine û helîkopter neçar maye ku leşkeran ne dane û ji herêmê bireve. Piştî demekê dîsa helîkopterê xwestiye ku leşkeran dane, di encama lêxistinekî xurt a gerîlayan de li vir 2 leşker hatin kuştin.
Dîsa 26’ê Adarê saet 14:30’an de bi çekên giran û ferdî li leşkerên li Girê Bayê ku dixwestin çeperan ava bikin hatiye xistin. Li vir têkildarî kûştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
25’ê Adarê di şerê derketibû de me diyar kiribû ku hevalekî me şehîd ketibû. Di şerê derketî de jî gerîlayekî me birîndar bibû. Tevî hemû mudaxeleyan jî gerîlayê me yê birîndar jî gihişte şehadetê.”
Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Bahoz Amed
Nav û Paşnav Mehmet Nûrî Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Selvan- Husnu
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ 25’ê Adara 2017
***
Nasnav: Mervan Pîran
Nav û Paşnav : Mevan Çîftçî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Mahîde- Veysî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/ 25’ê Adara 2017