Şêniyên Sûrê ji projeya qereqolan a dewletê gelekî aciz in

Şêniyên Sûrê yên ji projeya qereqolan a dewletê gelekî aciz in gotin, ew ê destûrê nedin malên wan xira bibin û qereqol werin çêkirin.

Li navçeya Sûr a Amedê ku di şerê 104 rojan de ji hêla hêzên dewleta Tirk ve hate xirakirin, kavilkirina herêmên dîrokî û qedexeya derketina derve ya li 6 taxan berdewam dike. Kavilên dîrokî ji hêlekê ve davêjin qiraxa çemê Dîcleyê û li hêla din jî ji bo 'navçe ji nû ve were avakirin' dest bi projeyê kir. Piştî ku naveroka projeya têkildarî Sûrê diyar bû- ku dewlet bi îdîaya parastina Sûrê tim behsê dikir- nerazîbûna li dijî vê projeyê jî zêde bûn. Plana wê hatiye kirin ku  li navçeyê 6 qereqol werin avakirin û rêyên ku diçine ser qereqolan jî, bi sedema ewlehiyê werin firehkirin. Dewleta ku ji bo 2 qereqolên li Hasirlî û qereqolên li Cevatpaşa, Iskenderpaşa, Melîkahmet û Alîpaşa hinceta ewlehiyê nîşan dide, agahiyê nade bê ka di plana îmarê de têkildarî avaniyên dîrokî wê çi were kirin. Li dijî pakana îmarê ku dewletê 28’ê Kanûnê qedandî, şêniyên Sûrê helwest nîşan dan.

'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU QEREQOLÊ ÇÊBIKIN'

Halîme Tozlu ku li taxa Hasirlî ya Sûrê rûdine got, ew projeya dewletê ya Sûrê qebûl nakin. Tozlu diyar kir ku ew naxwazin bi qereqolan re bijîn û got, "Ev salek e ku tim me dikujin. Jiyan li me herimî. Êdî bila dewletê destê xwe ji ser me rake û dest nede malên me.’’ Tozlu ji ber ku bi wan neşêwirîne û proje ji Sûrê re derxistine helwest nîşan da û got ew ê destûrê nedin ku mala wan were xirakirin û şûna wê qereqol were avakirin. Tozlu got êşa ku di şerê Sûrê de jiyane hê nedaye û got, ‘’Li van taxan em êşên wiha jiyîn ku ti caran em ê nikaribin ji bîr bikin. Niha weke ku ti tiştek nebûbe bila ne li bendê bin ku em ê destûrê bidin ku li ser van êşan qereqol werin lêkirin. Êşa me û windabûna me zêde ye. Bila birîna me jî zêde xwînî nekin."

‘BILA PÊ LI CENAZAYÊ MIN BIKIN Û WIHA QEREOLÊ ÇÊKIN’

Fehmî Tokmak ê ku li taxa Melîkahmet rûdine got, projeya Sûrê bi sedema wê ye ku dixwazin wan koçber bikin. Tokmak dîroka Sûrê bi bîr anî û got, "Bi hezaran sal in ku van xakan li dijî zilmê serî rakirine. Duh jî zext û zordarî hebû û niha jî berdewam dike. Em ê dev ji malên xwe bernedin. Niha jî li her deverê qereqolê seyar çêdikin û me reht dikin. Ku qereqoleke rûniştî jî çêbikin wê me li ser van axan nehêlin. Bila pê li cesedê min biki û wiha qereqolê ava bikin." Tokmak diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got, "Me gelek mirin û kavilbûn dîtin. Em êdî dixwazin aştî were, bila zarok nemirin. Em ê dev ji warê xwe bernedin. Bila mirin û koçberbûnê li me ferz nekin. Me her tiştê xwe ji dest da. Lê em namûsa xwe nafiroşin. Em malên xwe bernedan. Bila kes hêvî neke ku em serê xwe ji wan re bitewînin. Em ê projeya qereqolê bibin dadgehê."

EM Ê MALÊN XWE BERNEDIN

Ferîde Yaman a ku li Sûrê rûdine jî dema ku ji me projeya Sûrê bihîst hêstir ji çavê wê herikîn. Yaman diyar kir, li gel ku ew li Sûrê dijîn jî ew nehatine agahdar kirin û got, "Wê malên me xira bikin û bêyî ku haya me jê hebe li şûn wan qereqol û rêyan çêbikin. Ma Xwedê wê dest  bi wan ve bîne? Ên ku ev bi serê me de anîn, bela xwe ji xwedê bibînin. Em ê malên xwe neterikînin. Bila dewlet vê projeya xwe bi paş ve bikişîne. Tiştên ku ji min standin besî wan e. Ku hinek divê berdêlê bidin divê ev jî dewlet be. Divê heqê me bidine me, tim ji me distînin."