BI DÎMEN

Şêniyên Şengalê: Em ê axa xwe bi xwe biparêzin; ji kesî re nahêlin

Şêniyên Şengalê li hemberî çeteyên Erdogan û PDK'ê nêrazîbûnên xwe anîn zîman û gotin "Em naxwazin peşmerge li Şengalê bimînin."

Şêniyên Şengalê li hemberî çeteyên Erdogan û PDK'ê nêrazîbûnên xwe anîn zîman û gotin "Em naxwazin peşmerge li Şengalê bimînin." 

Dayikan bal kişand li ser êrîşên çeteyan û gotin, "Wan îro ji çeteyên DAIŞ'ê xerabtir kirin. Ji xwe wan DAIŞ anîn li ser civaka Êzidî û komkujî bi wan dan kirin. Kesekî wekî Barzanî xiyanet li Êzidiyan kir."

'YÊN KU DI FERMANÊ DE BI HAWARA ME VE HATI, EM WAN QEBÛL DIKIN'

Dayika Besê da xuyakirin, ku heta heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê li pey şopa şehîdan bin û got, "Heta civaka Êzidî û zarokên Êzidî hebîn, em ê axa xwe ji dijminan re nehêlin. Em ê axa xwe biparêzin. Em careke din axa xwe ji pêşmergeyan re nahêlin. Bila careke din DAIŞ'ê nînin ser axa me. Dijminê herî mezin Mesût Barzanî ye. Bila bela xwe ji Êzidiyan veke. Hê wê çi bîne serê Êzidiyan? Em li dora şehîden xwe ne. Ew diçin gemara her derî tînin, dibêjin pêşmergeyên me ne. Ew ne pêşmerge ne, gemara der û dora ne. Ew gemar anîn derxistin pêşberî YBŞ û YJŞ'ê. YBŞ û YJŞ çi kiriye? Ewana xaka xwe parastin e. Sed û heftê û çar fermanên din rabin, em dest ji doza xwe bernadin. Em ê çavê wana derînin û li ser axa xwe rabikin. Em ê pêşmergeyan ji çiyayê Şengalê derînin. Em pêşmergeyan qebûl nakin. Em, yên ku di fermanê de bi hawara me ve hatin qebûl dikin."

Ji şêniyên Şengalê Seîd Şengal jî got, "Sed heyf û hezar mixabin heke îro dijmin em kirine çar parçe. Me got destê me ber piyê dijmin derketin û em tiliyê xwe têxin çavê hevûdin. Me got em ê yêkîtîya xwe çêbikin û di bin destê dijmin de rizgar bibin. Lê em tiliya xwe dikin çavê hevûdin û dijmin pê şad û heyfxweş bû."