Parka Aştiyê ya Qelqeliyê, ku ji aliyê Şaredariyê ve hatiye çêkirin, ji aliyê qeyûmê AKP'ê ve tê xerakirin. Dema ku karkeran dar ji ra hildiqetandin gel helwest nîşan da. Şêniyên bajêr li dijî rakirina daran helwesta nîşan da lê polîsan dengê xwe li gel kir da ku belav bibin.
Piştî nûçeya ANF’ê ya bi navê ‘’Qeyûm Parka Aştiyê dirûxîne’ RSC û hiqûqnas ketin nav hewldanê. Serokê Wa Çev-Derê Alî Kalçik û hiqûqnasan gotin ew ê serî li darazê bidin û banga bihistiyarbûnê kirin.
ÇEV-DER: DIVÊ EM LI DIJÎ VÊ ÊRÎŞA BI SER SIRÛŞTÊ DE BÊDEN NEMÎNIN
Serokê Çev-Der’ê Alî Kalçik têkildarî mijarê axivî û got: "Li Wanê qeyûm bi giştî li dijî xebatên gel tevdigere. Ev rewş dişibe rewşa Parka Geziyê. Bi taybetî ez dixwazim bang li gelê me û hiqûqnasan bikim. Li dijî vê êrîşên divê em bêdeng nemînin. Em dixwazin bi me re hevkar bin û em têkoşînê bi hev re bidin."
OZGOKÇE: DIVÊ QEYÛM DEMILDEST JI PEYWIRÊ WERIN GIRTIN
Wekîla Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan jî têkildarî mijarê axivî, got, ev rewş bi hiqûqê nikare were gotin û bi berdewamî: "Ev teqez e ku biryareke siyasî ye. Sedema vê biryarê ew e ku tinekirina xizmetê ye. Bi temamî bi hîsa tolhildanê tê kirin. Dixwazin çi tiştê têkildarî şaredariyên DBP’ê hebin tine bikin. Ev rewşa ku li ber nerazîbûna gel vekirî, bi zanebûn û bi daxwaz hatiye kirin. Ji ber ku navê wê Bariş e dibe kus edem ev jî be. Tu çima vî tiştî dikî. Ev tenê bi hîsên siyasî û hîsên nefretê têne kirin. Ew bixwe jî nikarin vê rewşê vebêjin. Di vê mijarê de me pirsnameyek amade kir û em ê bibin rojeva Meclîsê."