Şêniyên başûr piştgiriyê didin dengê 'NA'
Tevgera Azadî û RJAK'ê ji Kurdan xwestin, teqez biçin ser sindoqan, dengê 'NA' bidin û bi vî rengî nehêlin ku dewleta yekparêz emrê xwe dirêj bike.
Tevgera Azadî û RJAK'ê ji Kurdan xwestin, teqez biçin ser sindoqan, dengê 'NA' bidin û bi vî rengî nehêlin ku dewleta yekparêz emrê xwe dirêj bike.
Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ên li Başûrê Kurdistanê ji Kurdan xwestin, teqez biçin ser sindoqan, dengê 'NA' bidin û bi vî rengî nehêlin ku dewleta yekparêz emrê xwe dirêj bike.
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Seyîd Xalid û Endam RJAK'ê Jînda Egîd, li ser referandûma li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji ANF'ê re axivîn.
Xalid diyar kir, mîna 7'ê Hezîranê ew di 16'ê Nîsanê de jî bi gelê Bakurê Kurdistanê re ne û piştgiriyê didin dengê 'NA'. Xalid got, "Em piştgiriyê didin xebatên 'NA' yên bi pêşengiya HDP'ê tê meşandin. Ji ber ku haya me ji wateya 'NA' heye. Em bi girîngiya 'NA' ya li dijî dîktatorî û faşîzma dewleta Tirk dizanin."
'DENGÊ ERÊ WÊ ZERARÊ BIDE TEVAHIYA KURDISTANÊ'
Xalid destnîşan kir, eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê Erdogan siyaseta xwe ya qirkirinê rewa bike û anî ziman ev rewş wê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê bike. Xalid got, "Operasyonên qirkirina siyasî û fîzîkî ya li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava jî tê meşandin. Bê navber her roj êrîş li gelê Rojava tê kirin. Wekî din, her roj gef li Başûrê Kurdistanê tê xwarin. Li hemberî daliqandina ala Kurdistana Federe li Kerkûkê, me nerazîbûn, gef û zimanê wan ê êrîşkariyê dît. Weke Tevgera Azadî em ji vê bawer dikin; Mîna gelê Başûr divê hemû partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl eşkere bikin ku di referandûmê de destekê didin gelê Bakurê Kurdistanê. Pêwîste gelê Kurd bi dayina dengê 'NA', pêşî li xewn û xeyalên sûltaniyê yên Erdogan were anîn. Weke gelê Başûrê Kurdistanê em piştgiriyê didin kampanya 'NA' û bang li hemû hêzên başûr dikin ku di vî warî de tevbigerin. Eger Erdogan bi ser bikeve wê zerarê bide gelemperiya Kurdistanê."
SÎNORÊ XEYALÊN DESTHILATDARIYÊ NÎNE'
Endama RJAK'ê Jînda Egîd jî destnîşan kir, ku divê Kurd hemû li dora dengê 'NA' li hev bicivin. Egîd işaret bi girîngiya karê ji bo dengê 'NA' kir û diyar kir, gelê Başûrê Kurdistanê jî bi dengê 'NA' re ye. Egîd anî ziman, xeyalên desthilatdariyê yên Erdogan ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sînor e û destnîşan kir, eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî bikevin nava xeteriya dewleta Tirk. Endama RJAK'ê Jînda Egîd bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku biçin ser sindoqan û bi dayîna dengê 'NA' pêşî li dîktatoriya Erdogan bigirin.