Sembola kedê: Çekdar Kato

Her şervanekî azadiyê, li kîjan deverê şer dike bila bike, ew şervan di oxira şoreş û azadiyê de dîrokê dinivîse.

Çekdar Kato ango bi navê rastîn Nacî Temel di sala 1982’an de li bajarê Şirnexê tê dinyayê. Çekdar Kato ku di malbateke welatparêz de mezin dibe, hêj di temenekî ciwan de pergala heyî napejirîne û di sala 2000’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di nav rêhevalên xwe jî herî zêde bi hevaltiya xwe ya bêsînor û kedkariya xwe ya bêhesab dihat nasîn.

‘SEMBOLA KEDÊ BÛ’

Ji hevrêyên wî yên têkoşîne Şafak Yekbûn wisa behsa Çekdar Kato dikir “Heval Çekdar ji malbateke welatparêz bû. Di jiyanê de dihat hezkirin. Zû mane dida û ev tişt dibû sebeb ku him di şer de him jî di jiyanê de zû bi pêş diket. Hevalekî kedkar bû. Karkirin jî bo wî ne pirsgirêk bû. Dema kar hat dayîn, ji bo wî tişta herî esasî ev bû ku vî karî baş pêk bîne. Li hemberî hevalên jin jî pir mitewazî bû.”

‘DI WARÊ LEŞKERÎ DE GELEKÎ HESAS BÛ’

Arnos Herekol ku bi salan di nav tevgera azadiyê de têkoşiyaye û bi sedan gerîla re jiyaye, bi van gotinan ferq û cudabûna Çekdar Kato anî ziman. “Dema heval Çekdar got Kobra tê an jî operasyon wê li dar bikeve, deh deqîqe şûnde me dimeyzand ke ev tişt rast derdiket. Heval Çekdar di warê ewlekariyê de pir hişyar bû. Di warê leşkerî de pir hesas bû. Her dem digot, ne diyar e wê dijmin kîngê were.’

‘JI BO SAX NEKEVE DESTÊ DIJMIN BOMBEYA XWE DI XWE DE TEQAND’

Fermandarê HPG’ê Çekdar Anter ku yek ji hevrêyên wî yên têkoşînê ye, bi van gotinan ji me re behsa şehîdê Tevgera Azadiyê kir: "Hevalê Çekdar hevalekî pir baldar bû. Li hemberî kêmasiyan bi helwest bû û kêmasî dida nîşandan. Em li Kato Jîrka bi hev re bûn. Wê deme ketina bajaranm zehmet bû û zû zû çenebû. Plansazî wisa bu ku çar heval wê biçûna çalakiye. Heval Çekdar pir dixwest biçe wê çalakiye û ji xwe ji wê herêmê bû. Heval diçin keşfa xwe dikin, heval Çekdar û hevalekî din wê êrîş bikin. Dijmin wan dibîne û gule li wan direşîne. Her du heval jî birîndar dibin. Heval Çekdar ji piyê xwe birîndar dibe. Ji bo ku sax nekeve destê dijmin, bombeya xwe di xwe de diteqîne."

Yek jî fermandarên HPG’ê Rûbar Qamişlo jî bi van gotinan qala têkoşîn û şehadeta Çektar Kato kir "Di jiyanê de bi hezkirina xwe ya jiyane û li hember wê hezkirinê, çalakbûneke heval Çekdar a balkêş hebû. Rojek tunebû ku heval Çekdar ne di nav karekî de be. Li Botanê li qada Kato coşa Heval Çekdar gelekî zêde bû. Bi qasî ku ji kedê hez dikir, ewqasî jî bi kedê re girêdayî bû û hezkirina wî ya jiyanê jî mezin dibû. Tişta ku hevalên din nedidîtin, heval Çekdar ew tişt didît. Ew çawa jiya, bi wî rengî jî şehîd ket. Heval Çekdar li Elkê birîndar bû, ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand. Ji bo me hemû hevalan naskirina heval Çekdar peyameke bi wate bû.”