Selah: Ji bo yekîtiyê dema herî baş e

Çavdêrê Siyasî Felah Selah: Ji bo aramî, yekîtî û hemahengiya di navbera hemû hêzên Kurdistanî de gav bên avêtin, niha dema herî başe.

Çavdêrê Siyasî Felah Selah Ebdullah têkildarî rewşa niha ya Iraqê û lihevnekirina li ser pêkanîna hikumeta Iraqê, êrişên dewletên Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdsitanê û nebûna yekîtiya hêzên Kurdan ji ANF'ê re axivî.

Selah di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser metirsiyên pêknehatina hikumeta Iraqê ya piştî 6 mehan ku li ser hilbijartinê re derbas bûye, li ser rewşa pêşeroja Iraqê û got, “Rewşa piştî sala 2003’an derbasê qonaxeke nû ya ber bi demokrasiyê diçe bû ku hêzên Iraqî di wir de serketî nebûn. Heta niha planên welatên herêmî û hegemonîk li Iraqê tên pêkanîn û nebûna îradeya rasteqîn û baweriya tam di navbera hêzên Iraqî bûye sedem ku pirsgirêk mezintir bibin. Ev rewşa li Iraqê heyî çavkaniya xwe ji sîstema dabeşkirinê ya di navbera Kurd, Sûnî û Şîî digire. Em dikarin bêjin ku me ezmûna xirab a hêzên Kurdistanî veguhastiye Bexdayê, tevî ku di navbera Sûnî û Şîiyan de nakokî heye lê niha Kurd yek ji sedemên pêk nehatina hikumta Iraqê ne. Ji ber ku di mijara diyarkirina serokomariyê de ku beşek ji pirsgirêkan çareser dike lihev nakin.”

‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HÊZÊN SIYASÎ XEWNA YEKÎTIYÊ XISTIN GORÊ’

Selah di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi metirsiya belvabûna nav mala Kurdî, bi taybetî ya di pêvajoya lihevkirina ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê de kir û wiha pêde çû; “Mixabin yekîtiya aliyên Kurdî li her çar beşên Kurdistanê bûye xewnek. Mixabin hêzên siyasî yên Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê hêzên siyasî xewna yekîtiyê xistin gorê. Ji ber ku hêzên desthilatdar û opozîsyon ên Başûrê Kurdistanê li ser hêzên herêmî yên wek Tirkiye, Îran û navendên din parçe bûne. Wate îradeyeke rasteqîne ji bo rizgarbûna ji vê krîza siyasî ya li herêma Kurdistanê heyî û alîkarbûyîna di pêvajoya siyasî ya Iraqê de nîne. Ji ber ku planên welatên herêmî di meriyetê de ne.”

‘BANDORA PLANÊN WELATÊN HEGEMON Û HERÊMÎ LI SER BIRYARÊN HÊZÊN SIYASÎ DIYAR E’

Têkildarê xwendina encama hilbijartinên Iraqê wî çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Felah Selah diyar kir, “Encama hilbijartinên herêma Kurdistanê û Iraqê ji me re dibêje ku ev hêzane ji ber bêîradebûna hêzên siyasî û bê baweriya cemawer a li hemberî wan ku encama hilbijartinê de xuya kir, xwedî pêgehekî cemawerî nînin. Biryara hêzên siyasî ji nav cemawer dernektine, belku bandora plananên welatên hegemon û herêmî li ser biryarên wan diyar e.”

PÊWÎSTE BI HIŞYARÎ NÊZÎKÎ HEVPEYMANIYAN BIBIN Û HEVSENGIYA HÊZÊ BIPARÊZIN

Selah bal kişande ser lihevkirina (Barzanî, Sûnî û Sedir) û metirsiyên wê li ser statûya herêma Kurdistanê û ragihand, “Meydana siyasî ya herêma Kurdistanê û Iraqê jî bûye cihê safîkirina pevçûnên welatên hegemonîk. Eger em vê pevçûnê bi mijara enerjiyê ve girê bidin, Rûsiye jî bi hemahengiya Îranê dibin beşek ji vê pevçûnê. Eger hêzên siyasî yên Kurdistanê bi hişyarî nêzîkî hevpemaniyan nebin û hevsengiya hêzê neparêzin, wê demê teqez herêma Kurdistanê wê zirarê bibîne û ev statûya heyî ku di berdêla xwîna şehîdan hatiye bidest xistin wê bibe qurbanê quretiya hêzên siyasî yên herêma Kurdistanê.”

‘NEBÛNA ÎRADEYA SIYASÎ IRAQ KIRIYE CIHÊ SAFÎKIRINA PEVÇÛNAN’

Selah di beşek din a nirxandinên xwe de behsa êrişên domdar ên welatan ên li ser xaka herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got, “Rojane dibînin ku Îran û Tirkiye xaka herêma Kurdistanê bombebaran dikin û Emerîka jî li navenda Bexdayê du pêşengên Şîiyan dikuje; nebûna îradeya siyasî ya aliyên Iraqî kiriye ku welatên herêmî û hegemon li Iraqê hemû pevçûnên xwe safî bikin. Eger hêzên Iraqî û Kurdistanî bi hişyarî nêzîkî rewşê nebin wê herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de zirarê bibîne.”

‘JI BO YEKÎTIYÊ DEMA HERÎ BAŞ E’

Çavdêrê Siyasî Felah Selah têkildarê sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ya ji bo herêmên gerîla û gotegotên amadekarî ji bo şerê dijî PKK’ê ji aliyê Tirkiyê ya bi alîkariya PDK’ê ragihand, “Heta niha ji aliyê pratîkî ve em nizanin bê ka çi diqewime, lê mixabin dijbertîkirina hêzên Kurdistanî li hemberî hevûdu li her çar beşên Kurdistanê heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkane niha ji bo gav avêtina hêzên Kurdistanî yên çar beşên Kurdistanê ji bo yekîtiyê û hemahengiya di navbera hemû hêzên Kurdistanê dema herî baş e, da ku hêzên herêmî û yên navnetewî ji bo berjewendiya xwe bikar neyinin. Şerê di navbera her komeke Kurdî ya li dijî komeke din a Kurdî kareke xirabe û wê di rûpelên reş ên dîrokê de were nivîsandin.”

EGER BI HIŞYARÎ NÊZÎKÎ KRÎZÊ NEBIN WÊ KRÎZÊN HEYÎ MEZINTIR BIBIN

 Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Felah Selah Ebdullah di dawiyê de bal kişande ser bandora şerê Kurd-Kurd  ya li ser statûya herêma Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Herêma Kurdistanê di asta aborî, siyasî, perwerdeyî û xizmetguzariyê de pir sist e. Eger bi hişyarî nêzîkî krîzên ku ji derve û li navxweya herêma Kurdistanê diqewimin nebin, ji ber ezmûn û hikumeteke sist heye, mixabin wê ew hemû bibin sedemê krîzeke mezintir.”