‘Sedema Fermanên li ser Şengalê Başûrê Kurdistanê ye’

Rojnamevan Ezîz Taha diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku komên terorîst bikevin Şengalê, derfet ava kiriye û got: “PDK’ê di dema Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de xwe ji Şengalê vekişiya û heya niha tu kes li ser vê mijarê ne hatiye darizandin.”

Rojnamevan Ezîz Taha diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku komên terorîst bikevin Şengalê, derfet ava kiriye û got: “PDK’ê di dema Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de xwe ji Şengalê vekişiya û heya niha tu kes li ser vê mijarê ne hatiye darizandin.”

Di Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de Pêşmergeyên PDK'ê gelê Şengalê di nava lepên çeteyên DAÎŞ'ê de hiştin. Ne tenê gelê Şengalê li tevahî cîhanê kesên azadîxwaz û dostên civaka Êzîdiyan kelî bi kelî rewşa Şengalê şopand. Bi nêzîkbûna 8’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an cardin rewşa Şengalê dibe rojev. Aktîvîst û Rojnamevanê Kurd Ebdul Ezîz Taha ê ku li Fînlandayê dimîne têkîldarî fermanên li ser Êzidiyan û planên PDK’ê ya li ser Şengalê ji ANF’ê re axivî.

Ebdul Ezîz Taha diyar kir ku di dema fermana ser Êzîdiyan de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî soz daye ku tevahî berpirsên leşkerî yên ku bûne sedema ketina Şengalê, lêpirsîn veke û destnîşan kir ku heta niha tu kes di vê mijarê de nehatiye darizandin, lê dibe ku rûtbeya bepirsên Şengalê hatibe bilindkirin.

‘MESÛD BARZANÎ SOZÊN XWE PÊK NEANÎ’

Rojnamevan Taha di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku pilanên ku niha li ser Şengalê tê kirin, bi taybet bi peymana Tirkiye, PDK’ê û Kazîmî de pilaneke dîrokiye û got: “Dixwazim bi van peymanan fermanek nû li ser Şengalê pêkbînîn, ji ber ku ji beriya niha nekarîn encam bikin. 74 ferman li ser gelê Êzidi pêk anîn. Di êrîşa li ser Tilêzer û Sîba Şêx Xidir de zêdetirî hezar kes hat qetilkirin. Êzidiyan weke oleke resen, çand û baweriya xwe li ser axa xwe parastin. Ji ber vê jî her dem bûn hedefa dijminên derdorê xwe. Bi van fermanên li ser Êzidiyan armanc kirin ku komkujiya li ser Êzidiyan rewa bikin û ji bo rewa kirinê ji xwe re hêcetên cuda çêkirin. Yek jî armancên wan a din jî xwestin Şengalê bikin bin qontrola xwe. Ji ber ku Şengal her çar parçeyên Kurdistanê bihevre girê dide. Di dema Osmanî û Sefewiyan heta roja me ya îro bi hêcetên cuda, cuda êrîşê Êzidiyan kirin.”

‘JI BO ÊZIDÎ OLA XWE BIGUHERIN FERMANÊ TÎNIN SERÊ WAN’

Taha bal kişand ser armanca fermanên li ser Êzidiyan û wiha pêde çû: “Di hemû fermanên li ser Êzidiyan de zext li wan hat kirin ku ola xwe biguherînin. Di dema fermana Mîrê Kor de jî bi heman awayî êrîşê birin ser Amediyê û li vir zext li Êzidyan kirin ku ola xwe biguherin. Lê gelê Êzidî teslîmiyet qebûl nekir û berxwedanî raber kirin. Di vê êrîşê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin.”

‘SEDEMA FERMANÊN LI SER ŞENGALÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Aktîvîstê Kurd Ebdul Ezîz Taha ragihand ku di salên 1960’an de li Şengalê planên guhertina demografiya heremê hatiye danîn û wiha dewam dike: “Heta roja îro jî planên qirêj ên li ser Şengalê didomin. Sedema vê yeke jî Desthiladariya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku her dem Şengalê tenê hişt. Ev jî bû sedem ku her tim komên terorîst bikevin Şengalê û ola Êzidiyan bikin hedefa xwe ya sereke. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku komên terorîst bikevin Şengalê, derfet ava kir.”

‘LI SER TENÊHIŞTINA ŞENGALÊ TU KES NEHAT DARIZANDIN’

Ezîz Taha di axaftinên xwe de wiha qala dema êrîşa çeteyan a li ser Şengalê kir: “Gela di sala 2014’an de leşkerên li Şengalê çawa vekişiyan? Ger ev teslîm kirina heremê nebe miro dikare çi navê lê bike? PDK’ê bi xwe jî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me Şengalê berda”. Mesûd Berzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê û serokê hemû hêzên çekdar a Başûrê Kurdistanê bû, bi xwe got ku em ê bikevin pey kesên ku bûne “sedema fermana li ser Êzidiyan û vê mijarê bibin dadgehê. Lê tu kes li ser mijarê nehat darizandin.

‘ME DIZANIBÛ DAÎŞ WÊ ÊRÎŞÊ BIKE’

Taha di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Qasim Şeşo jî bi xwe jî gotiye ku PDK’ne nehiştiye em Şengalê biparêzin û li ber xwe bidin. Qasim Şeşo, di dema fermanê de yek ji pêşmergeyên berpirsê parastinê bû û piştî fermanê careke din ew kirin berpirsê Fermandariya Hêzên Pêşmerge ya li Şengalê. Serbes Bapîrî ku ew ji yek jî berpirsên Şengalê bû dibêje: “Em li ser xetê bûn û me dizanî ku DAÎŞ’ê êrîş bike. Li ser vê yekê me Hikûmeta Navendî a Iraqê hişyarkir ku pêşiya êrîşa çeteyan bigrin.” Ez dipirsim; Piştî ku ve zanî li ser Şengalê metirsî heye û DAÎŞ’ê êrîş bike, hûn çima hêzên xwe li her derê belav nekir û pêşiya êrîşê negirt?”