'Sedema dagirkeriyê bêdengî ye'

PADÊ bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir, sedema dagirkeriyê bêdengiya hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.

Têkildarî êrîş û dagirkeriyên deweleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) li bajarokê Xanesorê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Serokê PADÊ Emer Salih ve hate xwendin. Di daxuyniyê  de hate gotin; "Em wek Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê şermezar dikîn. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin di zûtirîn dem de li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk derkeve û helwesta xwe zelal bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistan sedema sereke ya dagirkeriyê ye. Herwiha hate gotin; "Em bêdengiya hikûmeta Kurdistan û hikûmeta Iraq weke sedema sereke ya dagirkirinê dibînin. Em naxwazin êdî bi vî awayî hikûmeta Iraqê bêdeng bimîne. Rojane Tirkiye gefan li Şengal, Mexmûr û tevayî xaka Iraqê dixwe. Ji bona wê divê rê li pêşiya van gefan were girtin. Em wek PADÊ ev zilma li gelê me tê kirin qebûl nakin û bi hemû awayî li dijî dagirkeriyê ne."