BI DÎMEN

Seda Zengîn: Daxwaza girtiyan qanûnî û rewa ye

Rêvebera MED TUHAD-FED'ê parêzer Seda Zengîn anî ziman ku daxwazên qanûnî, rewa, mirovane û wijdanî yên ji girtîgehan têne kirin, divê bi cih bêne anîn.

Ji MED TUHAD-FED'ê Seda Zengîn diyar kir ku rêveberiyên girtîgehan prosedurên pêwîst ên têkildarî girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi cih nînin û greva birçîbûnê têk bibin.

Ji rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) parêzer Seda Zengîn têkildarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî û got, "Yekane daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Çend salên dawî tecrîd hem li girtîgehan hem jî li nava tevahiya civakê belav bûye. Welê li mirovan hatiye ku êdî bêhnê lê diçikînin."

BÊHN WÊ BÊ BER CIVAKÊ

Seda Zengîn anî ziman ku bi Rewşa Awarte û astengiyên piştî şewba global, polîtîkaya tecrîdê hîn bêhtir hatiye girankirin û got, "Betalkirina biryara berdanê, dirêjkirina dema ceza, bernedana girtiyên nexweş û astengkirina tedawiyê, gelek mafên girtiyan hatin binpêkirin. Bi tecrîdê re ev kiryar hîn zêde bûn. Girtî di wê baweriyê de ne ku bi rakirina tecrîdê re hem zexta li ser wan wê bi dawî bibe hem jî wê bêhn bê ber civakê."

EGER QANÛN BI CIH BÊNE ANÎN WÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Parêzer Seda Zengîn anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê eger qanûnên heyî bi cih bîne wê pirsgirêka heyî biqede û got, "Dema qanûn bi cih hate anîn, tecrîd jî wê rabe. Em zanin ku ev rewş wê bandorê li civakê jî bike. Ji bo bêhn bê ber civakê, eger desthilatdarî gavê biavêje wê gelek pirsgirêk çareser bibin."

DIVÊ GAVÊN PÊWÎST HEMÛ BÊNE AVÊTIN

Seda Zengîn destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya girtiyan di çarçoveya daxwazên mafdar, rewa û wijdanî de tê kirin û got, "Bi ti awayî zerarê nade civakê, zerarê nade girtîgehan, bi rengekî pasîf çalakiya berxwedanê dikin. Ji ber vê yekê ji bo bicihanîna daxwazên wan berpirsyarî dikeve ser milê desthilatdarî û rayedaran. Desthilatdarî niha grevên birçîbûnê ji nedîtî ve tê. Hewl dide bi zextê dawî lê bîne, lê ev şaş e. Ya rast tenê polîtîkayek heye ku divê bê meşandin; bicihanîna berpirsyariyên xwe û avêtina gavên pêwîst."

DAXWAZÊN MALBATAN JÎ BI HEMAN RENGÎ NE

Seda Zengîn bal kişand ser Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan û got, "Malbat jî hem ji bo piştgiriyê bidin xizmên xwe yên girtî hem jî daxwazên wan bilêv bikin di Nobeda Edaletê de ne. Heta ku grev dewam bike wê malbat jî di nobedê de bin. Daxwazên malbatan jî mîna daxwazên li girtîgehan mafdar û rewa ne."