Sê xwişk û birayên nemir: Çekdar, Nûpelda û Mahsûm

Sê xwişk û birayên ji Mêrdînê; Çekdar Cûdî, Nûpelda Mêrdîn û Mahsûm, di Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd de canê xwe feda kirin.

Sê nemirên Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd; Çekdar Cûdî, Nûpelda Mêrdîn û Mahsûm. Xizmên wan ji ANF'ê re qala dilsoziya her sê xwişk û birayan û têkoşîna wan a ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê kirin.

Di 15'ê Tebaxa 1982'an de, li gundê Dengiza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê, Çekdar Cûdî (Halît Ozen) ji malbateke polîtîk a ji 6 zarokan ji dayik bû. Çekdar Cûdî di nava malbateke ku siyaset û têkoşîna Kurdan gelekî lê dihate nîqaşkirin, mezin bû.

Serdema ku dewleta Tirk gundên li Kurdistanê vala dikir û cerdevanî bi zorê li ser gel ferz dikir, bi çavên xwe dît. Çekdar Cûdî ti carî xwe li zext û zordariya dewletê ranegirt. Zexta li gundiyan, li malbata wî bi taybetî binçavkirin û îşkenceya li bavê wî dihate kirin, ji bo wî ne ya qebûlkirinê bû. Zilma dewletê ya li gleê Kurd roj bi roj giran dibû û wî sond xwar ku li dijî vê yekê têbikoşe.

JI DENGIZA KOÇÎ ÎZMÎRÊ KIRIN

Malbata wî, ji ber valakirina gundan û nekarî li ber zilma dewletê rabe, ji neçarî koçî Îzmîrê kir. Di van rojên zor û zehmet ên li xerîbiyê de, malbatê xwe li hev girt, piştgirî da hev û bi vî rengî nebû hewcedarê kesî.

XWEST LI BOTANÊ TÊBIKOŞE

Çekdar Cûdî xwedî dilekî gelekî wêrek bû. Di hemû gav û biryarên xwe de bi dilekî adîl avêt û stand. Xweş bi heval û derdora xwe re li hev dikir. Xwedî kesayeteke di cih de bû û gelekî zîrek bû. Çekdar Cûdî ku li pêşketinan vekirî bû, berê wî her tim li çiyayên Kurdistanê bû û timî dixwest li ser axa xwe ya azad têbikoşe. Car carna ev daxwaza xwe danî ziman jî. Êdî ji gotinan wêdetir, ji bo xewn û xeyalên xwe pêk bîne, di sala 2000'î de tevlî nava refên PKK'ê bû. Di demeke kin de di nava hevrêyên xwe de bû şervanekî azadiyê yê gelekî jê tê hezkirin û mînak tê dîtin. Her tim dixwest li Botanê têbikoşe. Bi hezkirin û dilsoziya xwe ya bi xwezayê re jî dihate naskirin. Çêlika xezalekê mîna zaroka xwe xwedî dikir, ji cem wê nediçû. Li çiyayê asî yê serbilind Cûdî, di şerê dijî artêşa dewleta Tirk de, roja 10'ê Cotmeha 2004'an şehîd bû. Wesiyet kiribû, ku cenazeyê wî li Çiyayê Cûdî li cem Lawikê Xerîb (Cûdiya Miradan) bê veşartin. Niha baş nayê zanîn bê li kîjan cihî hatiye veşartin. Malbata wî sersaxiya wî 3 rojan li Mêrdînê danî.

NÛPELDA PIŞTÎ KEKÊ XWE ÇEKDAR TEVLÎ BÛ

4 sal piştî şehadeta Çekdar Cûdî, ku malbata Ozen pê serbilind bû, xwişka wî Nûpelda Mêrdîn (Şukran Ozen) raihişt çeka wî û berê xwe da çiyayên Azad. Nûpelda di 1'ê Çileya 1986'an de li gundê Dengiza ji dayik bû. Li xerîbiyê, li Îzmîrê ji mirovên ku pê bawer dikir biryara xwe anî ziman, ku dixwaze têkoşîna kekê xwe ya nîvco maye bidomîne. Mîna kekê xwe wêrek, adîl û zîrek bû. Nûpelda qet neçû dibistanê û perwerdeya sîstemê jî nepejirand. Di nava derdora xwe de her tim weke miroveke mînak dihate nîşandan û bi bedewiya xwe destana li ser zimanan bû. Li qadên azad, di nava hevrêyên xwe de bû bû mînak. Nûpelda Mêrdîn demeke dirêj li Heftanînê ma û ji wir derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî berxwedana li vir bû. Li Rojavayê Kurdistanê, li herêma Dêrika Hemko ku li qiraxa Botanê ye, 6 mehan li dijî çeteyên bê esil DAIŞ'ê şer kir. Di 10'ê Gulana 2017'an de di vî şerî de şehîd bû. Cenazeyê wê bi merasîmeke bi heybet, li Şehîdgeha Xebat Dêrik a li Dêrika Hemko hate veşartin.

Û MAHSÛM...

Û birayê wan Mahsûm Ozer jî tevlî nava berxwedana xwişk û birayên xwe bû. Mahsûm ku biçûkê herduyan e, di 15'ê Tebaxa sala 1992'an li gundê Dengiza ji dayik bû. Piştî ku 5 salên destpêkê yên dibistanê li gund xwend, çû Îzmîrê cem malbata xwe. Lİ wê derê 3 salan perwerdeya xwe dewam kir. Tevî ku emrê wî biçûk jî bû hewl da debara malbata xwe bike û di heman demê de bixwîne. Lê dilê wî her tim bi kekê wî Çekdar û xwişka wî Nûpelda re bû. Ji dil piştgirî dida doza wan a mafdar û têkoşîna xwişk û kekê xwe û hevrêyên wan ji bîr nekir. Di nava karê partiyê de cih girt. Pêşengî ji xebatên ciwanan re kir. Di nava heval û derdora xwe de gelekî hate hezkirin. Ji ber ku tevlî çalakiyan bû, bi qasî 2 salan hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, biryar da ku têkoşîna xwe li qadên azad biomîne. Lê ji ber ku her tim astengiyek derdiket pêşiya wî, dikir nedikir nekarî vê xewn û xeyala xwe pêk bîne. Gelekî dilsozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û têkoşîna gelê Kurd her di dilê wî de bû. Bi hestên kûr ên Kurdistanî Mahsûm di 28'ê Kanûna 2014'an de li bajarê mezin ê Îzmîrê bi gotina "Bijî Serok Apo, "Bijî Kurd û Kurdistan" bedena xwe da ber agir, li wir şehîd bû.

MALBATA OZEN BI ZAROKÊN XWE SERBILIND E

Malbata Çekdar, Nûpelda û Mahsûm ku sembola berxwedaneke mezin e, bi berdêlên vê têkoşîna bi rûmet re serbilind e. Destnîşan dike ku her dilopeke xwînê ya ji bo Kurdistanê tê dayin, pîroz e û ew ê her tim xwedî lê derkevin û heta dawiyê piştgiriyê bidin doza wan.