Saziyên sivîl ên li Wanê li ser greva birçîbûnê daxuyanî dan

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê bal kişandin ser asta krîtîk a greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û bang kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tevî bi sedan girtiyên siyasî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran krîtîk e.

Nûnerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Mafên Mirovan, Nûnertiya Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, rêveberên Wanê yên Odeya Tabîban a Wan Colemêrgê û TUHAY-DER'ê li Baroya Wanê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û bang li hikumetê kirin.

Nûnera Wanê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Sevîm Çîçek daxuyanî da û bi bîr xist, binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê çend salên dawî giran bûye.

Çîçek bal kişand ser xalên qanûnî yên derbarê mafên hiqûqî yên girtiyan û diyar kir, tevî vê yekê jî bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê binpêkirin.

Çîçek anî ziman, tecrîd hem li dijî mewzûata neteweyî ye, hem jî li peymanên navneteweyî nayê û işaret bi rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven kir. Çîçek ragihand, rewşa tenduristiyê ya girtiyên din ên di greva birçîbûnê de ne digihêje asta krîtîk.

Rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo bûyerên neyînî di grevên birçîbûnê de rû nedin, bang li Wezareta Edaletê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir ku çareseriyê peyda bikin û li gorî peymanên navneteweyî tevbigerin.

Her wiha hate xwestin ku destûr ji Yekîtiya Tabîban a Tirk re were dayin ku tevlî pêvajoyê bibe û heyetên serbixwe biçin serdana girtîgehan.

Ji bo rê li ber bûyereke neyînî venebe bang li her kesî hate kirin ku hîn bêhtir hewl bidin.