Sarisaç: AKP êrîşê dibe ser nirxên Kurdan

Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç li ser qedexekirina konsera Kurdî ya li Wanê ya bi fermana AKP'ê got, ''Êrîşê dibin ser nirxên Kurdan, ditirsin ku gel komî ser hev bibe''

Walîtiya Wanê piştî qedexekirnia çalakî-bernameyan, niha jî êrîş bi ser muzîka Kurdî de anî. AKP ya ku nehişt di bîranîna Yunus Emre Şen de Fatîhe were xwendin, ku Şen di komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin, niha jî konseya ku stranbêjê Kurd Mem Ararat wê bidaya hate qedexekirin.

'DITIRSIN KU GEL KOMÎ SER HEV BIBE'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sarisaç got hikûmeta AKP'ê û walî bi konsepteke taybet tevdigerin û got, ''Êrîşê dibine ser nirxên Kkurdan. Dixwazin hemû destkeftiyên HDP'ê bi polîtîkayên talanê û qedexeyê tine bikin. Ji ber vê jî hemû çalakiyên ku gel komî ser hev bibe qedexe dikir. Ev hezar roj in ev qedexe hev dubar dikin.''

Sarisaç bi berdewamî got AKP temsîla hişmendiyeke bi dijminatiya Kurdan e û domand, ''Dibêjin, çendî zilmê li Kurdan bikim ez ê ew çend mezin bibim. Piştî ku Walî Zoroglu yê ku Kurdî qedexe kirî li Trabzonê bû namzet, waliyê niha dibêje, ''Heke ez bikim, ez jî dikarim bibim.''