Şaredariya Karazê hat desteser kirin
Di çarçoveya operasyonên li dijî şaredariyên DBP’ê de qeyûm tayînî şaredariya Karazê a Amedê hat kirin û Hevşaredarên Bêspîna Şirnexê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên li dijî şaredariyên DBP’ê de qeyûm tayînî şaredariya Karazê a Amedê hat kirin û Hevşaredarên Bêspîna Şirnexê hatin binçavkirin.
Piştî Hevşaredarê navçeya Karaza Amedê Affullah Kar hat girtin, bi fermana Wezîrê Karên Hundir û Walîtiya Amedê qeymeqamê navçeyê Yusuf Turhan wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Hevşaredar Kar di 3'ê Sibatê de ji aliyê dadgehê ve bi îdaya 'endamê rêxistinê' ye hatibû girtin.
Li aliyê din Hevşaredarên bajarokê Bêspînê yê navçeya Silopiya Şirnexê Abdulgaffur Ruzgar, Suheyla Bungul hatin binçavkirin.
Ruzgar û Bungul ên di serdegirtinên malan ên serê sibê de hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendirmeyan a Silopiyê.