Sara, Rojbîn û Ronahî li Mexmûrê hatin bîranîn

Sê jinên şoreşger yên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin di 7’emîn salvegera şehadeta wan de li Mexmurê hatin bi bîr anîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) sê jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çile ya 2013’an de hatin qetilkirin, li Saziya Malbatên Şehîdan hatin bi bîr anîn. Bi dehan kes beşdarî bîranînê bûn.

Di merasîma bîranînê de Endama Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî û di kesayeta şehîdên Komkujiya Parîsê de şehîdên azadiyê bi bîr anî. Nûran Sezgîn got; "Di 9’ê Çile ya 2013’an de li paytexta Fransayê ji aliyê MÎT û AKP ya faşîst de sê jinên şoreşger yên Kurd hatin qetilkirin. Şehîd Sara di zîndana Amedê de li hember zilm û zextan ti car serî netewand. Her dem bi sekna xwe ya xurt hate naskirin."

Nûran Sezgîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Sara pêşenga xeta jina azad e û got; "Sekna şehîd Sara hişt ku em jinên Kurd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin."

Endama Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê xeta şehîd Sara bişopînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.