Sara Kaya nehate berdan

Di rûniştina doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya ku niha di girtîgehê de ye, biryara tehliyeyê nehate dayîn.

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ya ku niha di girtîgehê de ye, li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 4’emîn rûniştina doza wê hate kirin. Kaya bi cezayê ‘muebbeta girankirî’ tê darizandin. Kaya ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa T’yê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Kaya di parastina xwe de got ku, “Kamyonên ku niha di lêpirsîn li wan hatine vekirin, bi talîmata qaymakam min şand Taxa Firatê ya ku niha têketina wê qedexe ye. Min tenê talîmat pêk anî. Dema ku ‘qedexeya derketina’ derve hate îlankirin, ez wê çaxê ne li Nisêbînê bûm. Heke ew kamyon sûc bin, xwediyên tirên li serê kolanan jî sûc kirine. Ji ber ku tiran rê girtîbûn.”

Parêzeran daxwaza tehliyeyê kirin û rûniştin taloqî 21’ê Îlonê hate kirin.