Santrala termîk a li Şirnexê dijminê jiyanê ye!

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got, "Di nava sê salên dawî de li gelemperiya bajêr 511 kes mirin. Tenê li Silopiyayê 11 hezar mirovên astengdar hene. Sedema sereke ya vê yekê jî mixabin santrala termîk e."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji sala 2009'an ve Santrala Termîk a Sîlopî ya Holdînga Cîner heye ku zerarê dide tenduristiya mirovan û xwezayê. Ji bo qada santrala termîk bi hezaran dar hatin tineikrin û qada jiyanê ya gelek zindiyan ji holê hate rakirin. Ji ber karê madenê yê li santrala termîk, du girên bilind ên Cûdî li ber hilweşînê ne. Li gel zerara xwe ya li xwezayê santrala termîk her wiha zerarê dide gelê li navenda bajêr.

Li Şirnexê bi taybetî li navçeya Silopiyayê hejmara mirovên bi nexweşiyên kanser û dil ketin zêde bûye. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bal kişand ser zerara ku santrala termîk dide xwezayê û tenduristiya mirovan.

Parlamenterê Şirnexê anî ziman ku gaza ji santralê derdikeve ne tenê bandorê li mirovan dike her wiha bandoreke neyînî li heywanan, daran û zindiyên din dike û got, "Ji ber gaza ji santralê derdikeve rêjeya mirinê ya li bajêr zêde bûye. Ev santrala ku bû sedema jiberçûna jinên ducanî, di nava sê salan de li bajêr bû sedem ku 511 kes jiyana xwe ji dest bidin. Tevî vê yekê li Silopiyayê bi tenê 11 hezar mirovên astengdar hene ku sedema bingehîn a vê yekê jî santrala termîk e."

Huseyîn Kaçmaz bal kişand ser nerazîbûna xurt a li bajêr û got, "Em li bajarê xwe tiştekî wiha naxwazin. HDP jî wê her tim bi gel re be. Mirov bi rengekî eşkere dibêjin, 'Em naxwazin li mala xwe rûnên û li benda mirinê bin'."

Di serî de hawirdorparêz bang li her kesî kir ku li dijî santralên dibin sedema mirinê bikevin nava hewldanan.