Komên çete yên girêdayî PDK’ê, di 2’ê Adarê de ji aliyê Sihêla ya Duhokê berê xwe dan Xanesorê û di 3’ê Adarê de jî êrîş pêk anîn. Li hemberî van êrîşan li tevahiya Kurdistan û derveyî welat nerazîbûnên mezin çêbûn. Çekên ku çeteyan di êrîşê de bi kar anîn û dîmenê wan hat kişandin, hêrsa gel zêdetir kir. Ji ber ku ev çek ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê ve ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatibûn dayîn. Lê komên PDK’ê li dijî civaka Êzidî û hêza wê ya parastinê bikar anîn. Koalîsayona Navneteweyî, çekên wekî A4, Dîngo Panzer, MG3, H&K36 yên Elmanyayê, dabûn PDK’ê ku şerê DAIŞ’ê bike. Lê çeteyan berê van çekan dîsa vegerandin Êzidiyên ku di komkujiyê re derbas bibûn.
ELMANYAYÊ ŞANDEYEK ŞAND
Piştî ku dîmen hatin belavkirin û nerazîbûn gelekî zêde bûn, Elmanyayê şandeyek şand Şengalê. Endamên şandeyê li navenda Şengalê çend lêkolîn kirin. Şandeyê di çarçoveya lêkolînên xwe de, serdana çepêrên HPG’ê yên li Şengalê jî kirin. Li gorî agahiyên ku rayedarên HPG’ê dane, endamên şandeyê gotine ku ew ji bo zanibin ka ev çek li hemberî kê tên bikaranîn, hatine herêmê. Endamên şandeyê destnîşan kirin ku wan nedizanî ku çek li dijî Êzîdiyan hatine bikaranîn, lewma jî, gelekî xemgîn in û ew destûr nadin ku ev yek pêk were. Endamên şandeyê her wiha destnîşan kirine ku hinek derdoran ji wan re gotine li Şengalê tenê pêşmerge hene, lê dîtine ku rastî ne ev e. Di plansaziya şandeyê de hebû ku derbasî herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê û Xanesorê jî bibe, lê ji ber ku dema wan kurt bû, vegeriyan. Endamên şandeyê anîn ziman ku ew dixwazin careke din werin û li tevahiya herêmê lêkolînan bikin.
PDK’Ê ÇEK VEŞARTIN
Li ser nerazîbûnan û agahiya ku wê şande were herêmê, komên girêdayî PDK’ê, li derdora Xanesorê û navenda Şangalê, çekên ku ji Elmanyayê hatine girtin, veşartin da ku neyên dîtin. Koman çete çekên behsa mijarê ji cihên ku xuya dikin, dûr xistin, lê belê hîn li herêmê tên sekinandin.