Sancar: Niyeta dewletê nîne ku Elçî ronî bike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û got, “Tu niyata dewlet û hikumetê nîne ku kuştina Tahîr Elçî ronî bike. Çimkî ew jî dizanin ku ronî bike wê hêza tarî ku li pey derkeve heta ku dirêj bibe.”

Baroya Amedê piştî bîranîna salvegera 5’an kuştina Tahîr Elçî ya li ber Minareya Çar Ling a Sûrê, li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoyê jî bîranîna li dar xist. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û komek parêzer beşdarî bîranînê bûn. 
 
Hevserokê HDP’ê Sancar li ser gora Elçî axivî û bi bîr xist ku 5 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bûye û got, “Dilovan Tahîr Elçî hezkiriyê edalet û aştiyê bû. Kesên wî ji nêz ve nas dikin baş dizanin. Di heman demê de ji bo aştiyê xeyalên wî mezin hebûn. Ji bo aştî û çareseriya li welêt her tim hewl dida û li pey vê xeyala xwe beziya. Ji bom in axaftin û suhbetên wî gelek bi nirx bûn.” 
 
Sancar destnîşan kir ku tu niyetek dewlet û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike û wiha got, “Çimkî ew jî dizanin ku ronî bike wê hêza tarî ku li pey derkeve heta ku dirêj bibe. Ji ber vê yekê wê dîsa bixwazin ku kuştin di tariyê de bimîne. Lê ij bo me mîrateya Tahîr e û têkoşîna edaletê ye. Em neçar in ji bo pêkanîna edaletê wezîfeya ku dikeve ser milê me bikin. Tahîr edaletê, aştiyê û demokrasiyê wek şertek jêveneger didît. Loma hezkirina wî di edaletê de bû. Dîsa em dubare dikin; pêkanîna aştiyê ji bo me xeyalek e lê belê xeyalek xurt e. Nayê wê maneyê ku em xwe negihîninê.” 
 
Bîranîn bi danîna qerenfîlên ser gora Elçî bidawî bû.