Sancar li Erziromê ye: Em ê di 24’ê Îlonê de nexşerêya xwe eşkere bikin

Hevserokê Giştê yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser girîngiya Tifaqa Ked û Azadiyê û got: “Em ê di 24’ê Îlonê de bi pîrozbahiyek mezin, nexşerêya xwe eşkere bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re çû serdana Şaredariya Qereçobanê ku di bin rêveberiya partiya wan de ye. Şande, ji aliyê Hevşaredar Halît Ugun û xebatkarên şaredariyê ve hat pêşwazîkirin. Piştre jî şande derbasî avahiya partiyê bû. Sancar, di dema serdanê de pirsgirêkên navçeyê guhdar kir û bi partiyiyan re sohbet kir. Piştre jî Sancar di merasîma avêtina hîm de bangî gel kir.

Mîthat Sancar destnîşan kir ku desthilatdariya heyî rejîma zext û zilmê ye û wiha got: “Mînaka herî şênber a xespê, xespkirina vîna gel e. Vê desthilatdariyê jî vîna gel bi qeyûman xesp kir. Rejîma qeyûm ku ji sala 2016’an heta niha di meriyetê de ye, niha li seranserî welêt berbelav bûye û bingeha rêveberiyeke despotîk ava kiriye. Me wê demê jî got ku rejîma qeyûm tenê ji bo gelê Kurd û şaredariyên HDP’ê nîne. Mixabin ku ev gotina me rast derket. Di sala 2016’an de dest danîn ser şaredariyên me lê nekarîn vîna me têk bibin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hem me gelemperiya şaredariyên xwe dîsa standin, me qeyûm paqij kirin û li bajarên rojava jî bi desthilatdariyê da windakirin. Bi vê yekê re me bingeha hêviyê ava kir. Wan jî hêza me dît. Me 65 şaredarî bi dest xistin û lê bi sextekariya KHK’ê hinek ji destê me standin. Piştre jî bi saya rejîma qeyûm tenê 6 şaredarî di destê me de hiştin.”

Bi domdarî Sancar diyar kir ku desthilatdarî tirsiya ku HDP modeleke rêveberiyên herêmî ya gelparêz ava bike û ji bo seranserî welêt bibe mînak. Sancar axaftina xwe wiha domand: “Tevî hemû kêmasiyan jî me ji bo gel xebat meşandin. Wan şaredariyan ji bo ciwan, jin û tevahiya gel û xizanan saziyên xizmetê ava kirin. Ji bo pêşxistina çanda me û bi hev re jiyana hemû çandan, me xebat meşandin. Ev, şaredariyên gelparêz bûn. Ji vê tirsiyan û bi rêya qeyûman dest danîn ser. Lê têkoşîna me xelas nebû û kesek nikare vîna me têk bibe. Yek ji sedema hebûna me ya li vê derê ew e ku dest bi xebatên van xizmetan bikin. Ji bo şaredariyên xwe bi milyaran lîre çavkaniyan vediqetînin lê ji gel didizin û xizmetê nakin. Em ne ji bo dizîna ji gel lê ji bo xizmeta gel têdikoşin û dixebitin. Bila ev xizmetên em îro li vir didin destpêkirin li gel pîroz bin.”

Di berdewamê de Sancar got ku ew baş di wê ferqê de ne ku têkoşîna heyî nikarin bi tena serê xwe bidomînin û wiha bilêv kir: “Rêya çareseriyê ew e ku li dijî rejîmeke wiha despot, rêveberiyeke wiha zalim û talanker, em tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Em dixwazin hemû derdorên demokrasîxwaz, edaletxwaz bînin ba hev û vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Encama vê ya herî şênber jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Me ev tifaq ava kir û em ê di 24’ê îlonê de li Stenbolê bi şahiyeke mezin ragihînin û nexşerêya wê aşkera bikin. Lê em ê tenê bi vê bisînor nemînin. Demokrasî li herêmê tê avakirin û heke li herêman demokrasî nebe, li navendan jî nabe. Lewma divê em demokrasiyê li herêman birêxistin bikin. Divê hemû hêzên demokrasiyê bên ba hev û van xebatan bimeşînin.”

Sancar, di berdewamê de bal kişand ser hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê û ev nirxandin kir: “Em dixwazin bi vê tifaqa mezin bikevin hilbijartina meclîsê. Em ê hêza gelan û vîna wan bikin navnîşana çareseriyê ya vî welatî. Ji bo destpêkên nû yên avakirinê, hilbijartin derfeteke mezin e. Heke em bên ba hev, wê hêzeke mezin derkeve holê. Wê demê kesek wê nekare vê hêzê jinedîtî ve bê û wê hîn bibin ku nikarin bêyî vê hêzê tiştekî bikin. Vê têkoşîna me du caran têkçûnên mezin bi vê desthilatdariyê dan jiyîn. Di 7’ê hezîrana 2015’an de û di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an ên li Stenbolê de. Em ê niha jî bi wan bidin windakirin. Em ê ji bo serkeftinê bixebitin. Em ê bi vê rejîmê bidin windakirin lê dê bi vî welatî, bi demokrasî, aştî, edalet û gelan bidin qezenckirin. Yek ji armancên me ew e ku li deverekê bi vê rejîmê bidin windakirin û li hêla din jî pêşî lê bigirin ku yên mîna wan nekarin bibin desthilatdar. Anku em naxwazin heman feraseta di bin navên partiyên cuda de me birêve bibin. Em hem li dijî vê rejîmê ne û hem jî li dijî yên dixwazin rejîma kevin bînin jî ne. Em destpêkeke nû dixwazin ku şer, xwîn û talan tê de nebe û demokrasiyeke xurt ava bike.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez coş û kelecana we baş dibînim. Şandeyên me li gelek deverên vî welatî digerin û rastî vê coşê tên. Gelê me dibîne bê ka hêvî li ku ye. Bi rastî jî HDP gel e. Tevî dozên kompasê, zext, dozên girtinê û operasyonan jî nekarîn bi gel serî bidin tewandin. Berevajî wê, gel ki dijî zordestiyê heta dawiyê li ber xwe dide. Têkoşîna me, têkoşîna demokrasiyê ye. Têkoşîna jiyana birûmet e. Têkoşîna aştiyê û jiyaneke azad û wekhev e. Em amadekariyên hilbijartinên parlamenteriyê dikin û bêguman ji bo hilbijartina serokkomariyê jî rê û rêbazên me hene. Lê yek ji rojevên me yên herî girîng jî hilbijartinên adara 2024’an e. Ji bo vê jî divê em baş bixebitin. Divê gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar em amadekariyên Adara 2024’a bikin. Dê ji bo avakirina demokrasiya herêmî bibe hilbijartineke dîrokî. Lewma divê em kedeke mezin bidin. Bi vê yekê re jî dawî li polîtîkayên despotîk, zalimane û şer bînin.”

Piştî axaftinê jî Sancar vekirina xebatên şaredariyê kir û hîmê xizmetan avêt. Piştre jî li navenda navçeyê çû serdana esnafan.