Sancar: Bi serketina 'NA' re wê pêşî li Erdogan û koalîsyona wî bê girtin
Parlamenterê HDP'ê Sancar got, "Bi dîtina min, di referandûmê de rêjeya dengê NA wê ji sedî 54 be" û destnîşan kir, piştî referandûmê wê AKP û MHP wê ji hev bikevin.
Parlamenterê HDP'ê Sancar got, "Bi dîtina min, di referandûmê de rêjeya dengê NA wê ji sedî 54 be" û destnîşan kir, piştî referandûmê wê AKP û MHP wê ji hev bikevin.
Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Prof. Dr. Mîthat Sancar, ku li nava bajaran digere û rastiya rejîma yek şexsî ji gel re vedibêje, kampanya xwe ji me re nirxand. Sancar diyar kir, eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser bikeve, wê şenseke girîng bi destê Tirkiyeyê bikeve û got, "Beriya her tiştî wê pêşî li normalbûnê vebe. Tirkiye niha di nava şert û mercên nenormal de ye. Civak ji hev hatiye dûrxistin, şer diqewime, ji aliyê siyasî ve rewşeke tengav heye, krîza aboriyê dewam dike. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran hene."
'EGER DENGÊ NA BI SER BIKEVE, WÊ PÊŞÎ LI ERDOGAN Û KOALÎSYONA WÎ BÊ GIRTIN'
Sancar destnîşan kir, eger dengê NA di referandûmê de bi ser bikeve, wê ev yek were wê wateyê ku gelên Tirkiyeyê pêşî li Erdogan û koalîsyona wî digire û ev tespît kir: "Piştî vê pêşîgritinê, wê hevsengiyên nû yên siyasî bafirin. Di vê çarçoveyê de wê pêvajoyeke normalbûyînê dest pê bike. Normalbûyîn girîng e, lê gavên ji vê bêhtir divê. Pêwîstî bi sererastkirineke demokratîk heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêwîstî bi gavên ku pêşî li rêya danûstandinan veke heye. Eger dengê NA bi ser bikeve, ev ê pêkan bibe."
'NE PÊKAN E KU EV SÎSTEM BI CIH WERE ANÎN'
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir, eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê krîzeke giran a rêveberiyê û kaosa sîstemê rû bide û got, "Ji ber ku, ev guhertina destûra bingehîn nepêkane ku mîna sîstemeke ji rêzê bi cih were anîn. Di nav de gelek nakokî hene. Di heman demê de, mirov nikarin bêjin ku koalîsyona li dora Erdogan ji hev piştrast in."
'AKP Û MHP WÊ JI HEV BIKEVE'
Sancar got, eger dengê 'erê' bi ser bikeve wê di nava AKP'ê de tasfiye û cihêbûn jî bikeve rojevê û wiha dewam kir: "MHP jî wê nikaribe pêşî li qutbûna ji nava xwe bigire. Lewma, dengê 'erê' jî bi ser bikeve wê refên hêzan ên li Tirkiyeyê biguherin. Em ê li vê derê, di rêya demokrasî, aştî û azadiyê de bi biryardarî her tim bimeşin. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê li dora van nirxan li hev bicivin û bibin yek, çi ji destê me bê, em ê bikin."
DENGÊ NA JI SEDÎ 54 E
Sancar li ser texmîna xwe ya encama refearndûmê jî got, "Çiqasî hewl bidin encamên hilbijartinê berevajî bikin jî, çiqasî hewl bidin hîleyan bikin jî, zehmet e ku li hemberî dengê 'NA' bi ser bikevin. Çi dibe bila bibe wê ji sedî 54 dengê NA bi ser bikeve. Ez li 17 bajarên Kurdistanê geriyam. Dengê NA yê li van bajaran zêdeyî ji sedî 65 e. Ez êmin im ku dengê NA wê bi ser bikeve. Li bajarên ku ji aliyê dewletê ve hatine xerakirin, rêjeya dengê NA di asteke bilind de ye û ev bi çavan tê dîtin."