Salvegera rizgarkirina Kobanê li Başûrê Kurdistanê hate pîrozkirin

Li bajarokê Soranê yê Başûrê Kurdistanê 4'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Di merasîmê de yekemîn pêşmergeyê li Kobanê şehîd bûyî hate bibîranîn.

Li bajarokê Soran ê Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna pêşmerge, xwendekar, xizmên şehîdan û welatiyên li herêmê 4’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin û yekem pêşmergeyê şehîd Zêrevan Ekrem hate bibîranîn.

Piştî ku pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê derbasî bajarê Kobanê bûn,hejmarek pêşmerge di şerê Kobanê de birîndar bûn. Pêşmerge Zêrevan Ekrem 20’ê Çileya 2015’an şehîd bû û piştî 6 rojan bajarê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgar kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yekem şehîdê ji Başûrê Kurdistanê xwendekarê fakulteya perwerdeya zanîngeha Soran bû.