Salvegera 24’emîn a xiyaneta 31’ê Tebaxê

24 sal derbas bû ku Barzanî li tankên Saddam siwar bû û Hewlêr dagir kir. Malbata Barzanî ya ku wê rojê li tankên Saddam siwar bû, îro jî li ser tankên Tirkan Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike.

24 sal derbas bûn ku Partiya Demokratîk Kurdistanê (PDK) ya di bin fermandariya malbata Barzanî de tevî tankên Saddam Huseyîn Hewlêr dagir kir.

Saddam Huseyîn ê ku 182 hezar Kurd bi Enfalê qetil kir, di 31’ê Tebaxa 1996’an de li ser daxwaza PDK’ê bi tank, top û çekên giran kete Hewlêrê.

Gelê li Başûrê Kurdistanê wekî îxaneta 31’ê Tebaxê vê bûyerê bi bîr tîne. Parlementoya ku gel bi têkoşîn û bi sed hezaran şehîdan ava kiribû, PDK ev parlemento kiribû biryargeha Saddam.

ATMOSFERA SIYASÎ YA WÊ SERDEMÊ ÇAWA BÛ?

Di dema şerê Kendavê de bakurê paralela 36’an ji balefiran re hatibû qedexekirin. Di sala 1992’an de Eniya Kurdistanî ya ku YNK, PDK û Partiya Komunîst a Kurdistanê di nav de bû, Hewlêr ji rejîma Baas paqij kiribû.

Piştre di navbera Eniya Kurdistanî de şerê desthilatdariyê dest pê kir û pê re şerê navxweyî yê ‘Brakujiyê’ dest pê kir. Şerên di navbera PDK û YNK’ê heta salên 1994 û 1996’an domiya.

HEVDÎTINÊN LU DUBLÎNÊ

Ji bo şerê di navbera PDK û YNK’ê bisekine di sala 1995’an de bi qasidiya DYE li Dublînê ya ku paytexta Îrlandayê hevdîtin hate destpêkirin lê şer nesekinî.

Di sala 1996’an de jî mûxalifên Iraqê yên di bin pêşengiya Ahmet Çelebî de, ji bo hilweşandina Saddam Huseyîn tevî CIA li ser planekê dixebitî. Lê li ser vê planê hin metirsiyên DYE’yê hebû.

METIRSIYÊN DYE’YÊ

Ya yekemîn Bîll Clînton ê li DYE’yê li ser desthilatdariyê bû ji bo hilbijartinên wê salê ev plan dabû sekinandin. Ya duyemîn jî beşeke zêde ya mûxalifên Iraqê di bin bandora Îranê de bûn û fikar ev bû ku wê Iraq têkeve bin bandora Îranê.

Serokê YNK’ê Celal Talabanî diyar dikir ku ew ê piştgiriyê bide hilweşandina Saddam. Fikra Talabanî ev bû ku hêzên wan ji Bakur têkeve Hewlêr, ji başûrê rojava jî ber bi Çemçemalê bi pêş ve biçin, Kerkûkê bistînin û têkiliya wê ya bi Mûsûlê re qut bike.

DYE sar tevdigeriya lê dema ku YNK’ê berê xwe da Kerkûkê, heke mûxalifên Iraqê jî Mûsûl bistenda, bi ketina du bajaran re wê DYE li hemberî vê rewşê bêdeng nemaya.

Şerê di navbera PDK û YNK’ê jî didomiya. Di meha Tebaxê de Celal Talabanî ji Çemçemal û Hewlêrê operasyona ber bi Kerkûkê da destpêkirin.

NAMEYA BARZANÎ YA JI BO SADDAM

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûr Barzanî jî di 22'ê Tebaxê de nameyek ji Saddam Huseyîn re şand û ew vexwend ku Hewlêrê dagir bike.

Barzanî di nameya xwe de ji bo Saddam ê kujerê 182 hezar Kurdî digot, "Serokê min" û wiha dewam dikir: "Birêz Serokê min, divê hûn bi serketin û aqlê xwe çareyekê ji destwerdana Îranê ya li Iraqê bibînin. (...) Em ji we rica dikin ku fermanê bidin artêşa Iraqê û li dijî hêzên biyanî yên metirsîdar in û ji bo bidawîkirina xiyaneta Celal Talabanî yê hevkar, artêşa Iraqê bikeve Erbîlê."

Barzanî piştî çend rojan çû Bexdayê û li gorî lihevkirina ku bi Saddam Huseyîn re kir, "Artêşa Iraqê ji bo kontrolkirina Hewlêrê wê alîkariyê bide Barzanî, Barzanî jî wê ji bo girtina muxalîfên Iraqî yên li Başûrê Kurdistanê wê destekê bide Saddam."

TANKÊN SADDAM JI NÛ VE KETIN HEWLÊRÊ!

Piştî ku Barzanî û Saddam li hev kirin, 31'ê Tebaxê artêşa Iraqê bi 150 tankan û 30 hezar leşkerî ji Mûsil û Kerkûkê kete nava Hewlêrê.

Dema kete nava bajêr şerekî giran neqewimî. Hêzên PDK'ê li ser rêya Hewlêr-Giwêr 13 pêşmergeyên YNK'ê girtin û ew înfaz kirin. Piştî vê yekê di serî de li taxa Ankawayê li hin deveran şer qewimî.

Li ser encamên şer daneyên cuda hene. Lê belê tê gotin ku  hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 450 kes e, yê birîndaran jî 200 kes in. Artêşa Iraqê jî mehekê li Hewlêrê û derdora wê dest bi pêla girtina muxalîfên Iraqî kir.

YNK VEKIŞIYA HETA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Piştî xiyaneta 31'ê Tebaxê, YNK'ê xwe ji Hewlêrê vekişand, lê belê êrişên artêşa Iraqê û PDK'ê dewam dikir. Di 9'ê Îlonê de YNK neçar ma ku xwe ji Silêmaniyeyê vekişîne heta Rojhilatê Kurdistanê.

YNK'ê piştî mehekê bi piştgiriya artêşa Îranê ji nû ve Silêmaniye kontrol kir û xwe gihand heta nêzî Hewlêrê. Vê carê jî Koyê, Seqlawa û Ranya ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.

Li Başûrê Kurdistanê sînorên PDK'ê (herêma zer) û YNK'ê (herêma kesk) bi giranî piştî vî şerî diyar bû.

LI NAVA PDK'Ê NERAZÎBÛNA LI 'XIYANETÊ'

Êvara 31'ê Tebaxê, Barzanî endamê polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî û serokê we demê yê parlamentê Cewher Namik Salîm dixe civînê û Barzanî dibêje, "Ji bo bidestxistina Hewlêrê bi wan bi rejîma Baas re tifaq kirine û bajar ji Celaliyan paqij kirine."

Cewher Namik ku ji PDK'ê bû serokê parlamentê dibêje ev yek wê weke 'xiyanetê' bê pênasekirin û nerazîbûnê nîşan dide. Cewher Namik Salîm û Barzanî ji hingî ve xwe nêzî hev nakin.

BARZANÎ: EM IRAQÎ NE!

Barzanî piştî 31'ê Tebaxê di civîneke çapemeniyê de wiha digot: "Em Kurd in, em Iraqî ne. Dibe ku di navbera me û Iraqê de hin pirsgirêkên biçûk hebin. Lê belê aliyê me yê hevpar, parastina Iraqê ye."

Beriya 31'ê Tebaxa 1996'an bajarên Silêmaniye, Hewlêr, beşek ji Helebçeyê, Ranya, Qeladizê, herêma Qendîlê, Pencewîn û gelek herêmên din ên Başûrê Kurdistanê di destê YNK'ê de bûn.

PDK BI HÊZ BÛ, LÊ ÇAWA?

Di destê PDK'ê de tenê Duhok, Zaxo, Soran û beşek ji Helebçeyê hebûn. Li gorî daneyan, 30 ji sedî yê xaka Başûrê Kurdistanê di kontrola PDK'ê de bû. Piştî 31'ê Tebaxê xaka ku kete destê PDK'ê bû 60 ji sedî.

Di hilbijartinên 1992'an de rêjeya dengê PDK'ê 44 ji sedî bû, lê piştî 31'ê Tebaxê di hilbijartinên serokatiyê de Barzanî wê 71 ji sedî yê dengan werbigirta. Ev dane nîşan dide ku PDK'ê çima hevkariyeke bi vî rengî kiriye.

Hevkariya ku PDK'ê li dijî partiyên Kurdan bi dewleta Tirk û hêzên din ên herêmî re kir, îro jî bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Behdînanê û piştî referandûma 2017'an jî dewam kir.