Salih Muslim: Yekane armanca dewleta Tirk qirkirin e!

Salih Muslim diyar kir, armanceke dewleta Tirk li Sûriyeyê heye ew jî dagirkirin û komkujî ye. Li ser nîqaşên der barê 'herêma ewle' de Muslim got, di nava ti planên ku dewleta Tirk tê de hebe, ew ê cih negirin.

Berpirsyarê Karê Derve yê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, ku armanca dewleta Tirk a li Sûriyeyê dagirkirin û pêkanîna komkujiyan e. Muslim got, "Em qebûl dikin ku Neteweyên Yekbûyî ya jî hêzeke navneteweyî herêmeke bi ewle pêk bîne. Lê belê di nava planeke herêma ewle ya dewleta Tirk tê de be, em ê cih negirin."

'KES BI WAN NAXAPE'

Muslim ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, "Gotina 'herêma bi ewle' bi peyameke serokê DYE'yê ya li ser twetterê belav kirî kete rojevê, lê belê dewleta Tirk dixwaze ev plan di bin kontrola wê de pêk bê. Lê belê ji destpêkê ve diyar e ka armanca dewleta Tirk li Sûriyeyê çi ye. Dibêje '3 mîlyon penaber li ba min hene'. Dixwaze van penaberan li ser erdê xelkê û bi pereyên alemê bi cih bike. Kes bi vê derewê naxape."

Muslim diyar kir ku rayedarên DYE'yê di derbarê herêma ewle de ew agahdar nekirine û dibe ku rayedarê DYE'yê yê leşkerî ku çû Tirkiyeyê, ev mijar gotûbêj kiribin. Muslim li ser herêma bi ewle de jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: 

"Em ji bo gelê xwe herêma bi ewle dixwazin, lê belê ne bi vî awayî. Herêma bi ewle nabe ku di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de be. Heta ti projeyên herêma bi ewle ku tiliya dewleta Tirk di nav de be, wê ne bi ewle bin û pêk nayên jî. Lewre em di nava ti planên herêma ewle yên dewleta Tirk tê de ye cih nagirin. Armanca dewleta Tirk ew e ku planên xwe yên 'Mîsaki Mîllî' pêk bîne û Kurdan qir bike. Dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê ev rastî eşkere raber kir. 

Lewma dibe ku ji hêla Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve deverên çavdêriyê bên çêkirin. Dîsa dikare hêzeke navneteweyî bê bicihkirin. Ev mijareke navneteweyî ye û heke mijareke wiha pêk were, divê her kes qebûl bike. Ji bilî vê ti nêzikatiyên ku Kurd û gelên herêmê bêparastina dihêle û vê armanc dike, ji hêla me ve nayê qebûlkirin.

Dewleta Sûriyeyê, diyar kir ku wê di bin navê 'herêma bi ewle' de dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Hêj Rûsya, welatên Ereban û Îranê nêrînên xwe bi zelalî eşkere nekirine, lewma em nêrînên wan nizanin. Lê belê heke herêmeke bi ewle bê çêkirin, divê riza hemû aliyan bê girtin."

'ERDOGAN JI NAKOKIYÊN DI NAVBERA RÛSYA Û DYE'YÊ DE SÛDÊ WERDIGIRE'

Salih Muslim di berdewama axaftina xwe de got, "Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan, 23'ê vê mehê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re dicive. Erdogan dixwaze Pûtîn bi hewara wî ve were. Ango Erdogan dixwaze li ser benê nakokiyên Rûsya û DYA'yê cambaziyê bike. Lê ez ne bawer im ku Rûsya jî weke Sûriyeyê daxwazên dewleta Tirk qebûl bike. Ji xwe rayedarên DYE'yê dizanin ku em di nav ti plan û pêkhatinên dewleta Tirk tê de be cih nagirin."

'GELÊN ME WÊ XWE BIPARÊZIN'

Salih Muslim anî ziman ku li gel her tiştî jî dewleta Tirk a dagirker wê tevlîheviyê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku armanca dewleta Tirk çareserî nîne, wê her tim di nav lîstik û hewldanên qirêj de be ku tevlîheviyê bike. Ji bo wê di serî de Kurd, Ereb û gelên me yên din wê xwe biparêzin. Di vê mijarê de amade ne, tevdîrên xwe girtine. Li hemberî hemû êrîşên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyan, wê gelên me xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Ti kes li herêmê dewleta Tirk a dagirker naxwaze. Lewma hemû gavên dewleta Tirk a dagirker ji bo destê DAÎŞ'ê sivik bike, bihêle ku DAÎŞ a li ber qedandinê ye, ji nû ve zindî bike."