Salek û 8 meh ceza dane rojnameger Gunduz

Dadgehê salek û 8 meh ceza li rojnamger Hamza Gunduz birî.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ê Colemêrgê Hamza Gunduz bi hinceta wêne û nûçe li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kiriye bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza Gunduz li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê pêk hat.

Gunduz di danişîna xwe de parastina xwe kir û destnîşan kir ku parvekirinên wî di çarçoveya azadiya îfade û ramanê de ye û xwest ku were berdan. Piştî parastina Gunduz, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê” salek û 8 meh cezayê hepsê li Gunduz birî. Bi şertê heta 5 salan heman sûcî neke serbest berdan.