Sala 2018'an li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

Devereke din a ku bala siyaseta cîhanê li ser bû, Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû. Di nava salekê de ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî ve bûyerên girîng qewimîn.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, krîza aboriyê, krîza siyasî ya ji ber pirsgirêkên navxweyî yên hikumetê, bêkarî, rewşa riziyayî ya sermayeyê û krîza aboriyê mohra xwe li sala 2018'an xist. Di nava salê de, gel bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan da, ambargoya navneteweyî lê hate ferzkirin, nakokiyên etnîkî rû dan, guhertina li qada tenduristiyê û nakokiyên navxweyî yên gel ên li dijî rejîmê rû dan.

BI XWEPÊŞANDANÊN GIRSEYÎ DEST PÊ KIR

Sala 2018'an li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi xwepêşandanên girseyî dest pê kir ku 27'ê Kanûna 2017'an li bajarên Meşhed û Xorasanê yên li bakurê rojhilat ê welêt dest pê kirin, li Kirmaşan, Reşt, Îsfahan û Kûmê deng vedan û li 160 bajaran belav bûn. Sedemên ku rê li ber xwepêşandanan vekir, enflasyona bilind, bêkarî û karên ne li rê yên rejîma Îranê bûn. Çalakiyan mehekê dewam kir. Di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Hejmara kesên hatin kuştin qet nehate eşkerekirin. Navê 28 kesan li medya biyanî û tora civakî hate parvekirin. 9 kes jî ji ber ku kuştina mirovan protesto kirin hatin destgîrkirin û bi êşkenceya polîsan hatin kuştin.

Di dema xwepêşandanan de, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê jî hatin protestokirin. Nûnerên Bokan û Mahabadê, li Parlamenta Îranê axivîn û nerazîbûn nîşanî dagirkerî û komkujiyan dan. Komek ji gel, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Ûrmiyeyê ji bo girtina Konsolosxaneya Tirk serî lê dan.

Nêzî 250 mamosteyên zanîngehê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. 7 saziyên civakî yên sivîl li Baneyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan û êrîş protesto kirin. Li Tehranê jî komek li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê li hev civiya û Tirkiye şermezar kir. 1062 hunermendan daxuyaniyeke hevpar dan û xwedî li berxwedana Efrînê derketin. 3905 kesî dest bi kampanyayê kirin.

9 ZAROK QERISÎN Û JIYANA XWE JI DEST DAN

Li Îranê yek ji mijarên ku meha Sibatê bû rojeva Îranê, mirina 9 zarokên ji malbatên xizan a ji ber sermayê bû. Mijar kete rojeva meclîsê.

SERHILDANA DERWÊŞÊN GÛNABDÎ

Yek ji bûyerên ku mohra xwe li salê xist, serhildana Derwêşên Gûnabadî bû. Destgîrkirina endamekî wan di dema xwepêşandana aştiyane de bû sedema krîzê. Ji her devera Îranê berê xwe dan Tehranê. Li Tehranê car carna bi hêzên dewletê re şer kirin. Hate îdîakirin ku 3 polîs hatine kuştin, lê belê daxuyaniyeke ku vê yekê piştrast bike nehate dayin. 3 hezar derwêş hatin destgîrkirin.

RÊXISTINA EFÛYÊ LI SER BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN ÊN LI ÎRANÊ RAPOR WEŞAND

Di nava salê de gelek rêxistinên navneteweyî li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê rapor weşandin. Ya ku herî zêde bal kişand, rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bû ku 24'ê Sibatê hate eşkerekirin. Li gorî raporê; maf û azadiya baweriyê tên binpêkirin, azadiya fikiri û axaftinê nîne, cihêkariya zayendî tê kirin, darvekirin dewam dike, dest tên jêkirin, çav tên derxistin û di dema lêpirsînê de êşkence tê kirin.

GREVA GIŞTÎ YA LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Ji ber polîtîkaya aboriyê ya Îranê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê, gel ji bo karibe debara xwe bike neçar dimîne ku bazirganiya li ser sînor bike. Îranê meha Sibatê li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kesekî bi navê Kune Mîro yê ku bazirganiya li ser sînor dikir girt û ji ber ku deriyên sînor girt, li Banê greva giştî pêk hat. Greva giştî nêzî hefteyekê dewam kir û li bajarên Sine, Mahabad, Kirmaşan, Merîwan û Serdeştê belav bû.

TUNDIYA LI JIN Û ZAROKAN

Serokê Alîkariya Lezgîn a Civakî ya Îranê Riza Caferî li ser tundiya li jin û zarokan rapora bîlançoya 6 mehan Sibata 2018'an eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, di nava 6 mehan de 14599 jin, 1600 zarok bûn hedefa lêdan û tundiyê.

HAWIRDORPARÊZ HATIN GIRTIN

Derhênerê sînema û fîlmçêker Elî Riza Ferhadzade ku di heman demê de hawirdorparêz e, ji ber fîlmên xwe yên li ser parastina qadên jiyanê û jiyana heywanan ji aliyê rêxistina îstîxbarata Îranê ve hate girtin. Tevî Ferhadzade li deverên cuda yên Îranê 14 parêzvanên qadên jiyanê û mafên mirovan hatin girtin.

Her wiha aktîvîstên sivîl Şerîf Bacher, aktîvîstê parêzvanê qadên jiyanê yên Merîwanê Sewz Çiya, xebatkarê ji arkujiyê berpirsyar Omîd Kohnepûşî û xwezaparêzên daristanan diparêzin, dema ku şewat vedimirandin jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê rê li ber fikaran vekir, ku dibe ku ji aliyê Îranê ve hatibin kuştin.

DOKTOR JÎ BÊKAR IN

Rewşeke din a ku li Îranê mohra xwe li salê xist, zêdebûna bêkariyê bû. Bêkariya 10000 mezûnên tibê têra vegotina vê rastiyê dike.

ŞIDANDINA AMBARGOYÊ

Bûyereke din a girîng a li Îranê qewimî, vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) bi rengekî yekalî ji peymana enerjiya nukleerê bû. Ambargoya nû ya li ser Îranê hate ferzkirin rê li ber pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî vekir. 5'ê Mijdarê paketa duyemîn a pêkanînên ambargoyê li ser Îranê kete meriyetê. Paketa duyemîn der barê ambargoya li ser firotina petrola Îranê ji welatên din re bû.

SERHILDANA MAMOSTE Û AJOKARAN

Meha Gulanê, mamsoteyên Îranî ji ber nerazîbûna xwe ji rewşa madî di nava Wezareta Perwerdeyê de li beramber Saziya Bername û Budce kom bûn. Di wê kombûnê de hejmarek ji mamosteyan hatin girtin. Mihemed Hebîbî, endamê Navenda Sinfî ya Mamosteyan li Tehranê hate destgîrkirin û 7 sal û nîv ceza lê hate birîn.

Li 160 bajar û 25 parêzgehên Îranê greva giştî ya ajokarên qemyonê hate destpêkirin û 9 rojan dirêj kir. Sedema greva giştî ya ajokaran zêdebûna kirê ya xaniyan û guhertina şêwazê hesabkirina kirê (barê seyarê li gor dirêjahiya rê), zêdekirina buhaya bîmeyan, gumrika rêyên mezin, komîsyona zêde ya dezgehên berberî, buhayê bilind ê temîrat û parçeyên maşîneyan bû.

SERHILDANA ESNAF Û BAZIRGANAN

Bûyereke din ku di nava salê de mohra xwe li rojeva Îranê xist, bêqîmetbûna pereyê Îranê û zêdebûna qîmetê dolar bû. Vê yekê esnaf û bazirganiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bêzar kir. Komelek mezin ji bazarganên bajarên Tehran, Şehriyar, Kerec, Qêşm, Bender Ebas, Meşhed, Kirmaşan, Qurwe û Sine dijî bêbazarî, bilindbûna buhayê diravên biyanî û tunebûna muşteriyan dev ji kar berdan û xwepêşandan kirin. Di nava meha Tîrmehê de di demeke kin de li bajarên Sînayî, Şahpûr, Îsfehan, Kereceyê belav bû. Xwepêşandan her wiha li bajarên Kîşa, Şîraz, Reşt, Tehran, Qeqwîn, Zencan, Sarî, piştre li Meşhed, Hemedem, Qereçekê, Ûrmiye û Qûmê deng vedan.

Pêla duyemîn ya greva ajokarên qeymonan meha Tebaxê dest pê kir, ji ber ku di greva yekem de negihiştîbûn daxwazên xwe. Pêla duyemîn 30 parêzgeh û 236 bajarên Îranê di nav xwe de girt. Vê carê zêdetirî 256 ajokar ji aliyê hikumetê ve hatin girtin. 

ÎRANÊ ÊRÎŞÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIR

Bûyereke din ku li Îranê mohra xwe li salê xist, êrîşa bi fuzeyan a Îranê bû ku meha Îlonê yekemcar fuze avêt navendên PDK-Î û Komala yên li Koyê. Îranê 7 fuze avêt navenda Fermandariya Biryargehê ya PDK-Î û Komala ya li Koyê. Ji PDK-Î û Komala 21 rêveber şehîd bûn. 60 kes jî birîndar bûn.

MERASÎMA LEŞKERÎ NEHATE KIRIN

Meha Îlonê di dema merasîma hêzên leşkerî yên Îranê de di salvegera şerê Îran-Iraq êrîşek li bajarê Ehwazê rû da. Li gor raporan di wê êrîşê de 25 hêzên çekdar hatin kuştin û 60 kesên din jî birîndar bûn. Tevgera Ehwaziyê berpirsyariya wê çalakiyê girte ser milê xwe.

34 MILYON BÊ AV IN!

Pirsgirêka avê ya 34 milyon mirovên li Îranê bû rojeveke sereke. Bajar û eyaletên ku herî zêde pirsgirêka avê lê heye; Benderebas, Bûşehîr, Şîraz, Kîrman, Meşhed û Îsfehen, eyaletên  Yezd û Sîstan, Belûcîstan e. Ji ber ziwatiyê li Sîstan û Belûcîstanê 1250 gund, li eyaleta Farsê 4 hezar gund hatin valakirin. Li eyaletên Xorasana Başûr, li Xorasan Razevî, Esfehan, Xuzîstan, Çarmehal û Bextiyarî gelek gund hatin valakirin. Lê belê li ser hejmara gundên li van eyaletan hatin valakirin, daneyek nehate eşkerekirin.

60 JIN HATIN KUŞTIN

Li Îranê di nava salê de 60 jin û 35 mêr bi navê 'cînayeta namûsê' hatin kuştin. 60 ji jinan ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 11 jin jî nehate tespîtkirin bê çawa û ji aliyê kê ve hatin kuştin.

DARVEKIRIN Û KUŞTINA KOLBERAN

Li gorî hejmarên fermî di nava salekê de li Îranê 62 kes hatin darvekirin.Kuştina koçberan jî bê navber dewam kir. Di nava salekê de kolberên ku bi barkişandinê debara xwe dikirin, 64 ji wan ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin kuştin. 104 kolber jî birîndar bûn.