Şervanên YBŞ û YJŞ'ê li refên herî pêş ên berxwedanê dest bi sala nû dikin. Şervan destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Şengalê ye û ji bo azadiya Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin.
'RÊBER APO NEBÛYA, EM NIHA TINE BÛN'
Şervanê YBŞ'ê Şoreş Şengal da xuyakirin, ku her sala bi esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe ji bo wan saleke şermê ye û got, "Ev 17 sal in Rêberê me dîl hatiye girtin. Em vê rewşê şermezar dikin, qebûl nakin û em ê qebûl nekin. Ji bo azadiya Rêberê me çi ji destê me bê em ê wê bikin. Weke şervanekî YBŞ'ê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî û azadiya wî, ji bo dîtina wî li nava me, banga mezinkirina têkoşînê dikim Her sala esareta Rêbertî ji bo me saleke şermê ye. Ev gelekî giran e. Dîlgirtina me hemûyan e, dîlgirtina mirovahiyê ye. Em neçar in weke gelên Rojhilata Navîn ên bindest têkoşîneke hevpar û berxweadna mezin li dijî vê esaretê nîşan bidin."
Şengal anî ziman, cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civaka Êzidî de cihekî gelekî hêja ye û wiha dewam kir: "Eger Rêbertî nebûya, rewşa me niha nediyar bû. Wê encamên ferman û qirkirinê gelekî giran bûya. Dibe ku weke civak em tine bibûna. Yê ku di nava çar dîwaran de, di nava şert û mercên dîlgirtinê de fermana li Şengalê biqewime dît, xwest tedbîr were girtin û gerîla xist nava tevgerê, bi vî rengî nehişt qirkirin pêk were, Rêbertî ye. Berxwedana me ya îro ya mezin, hebûna YBŞ-YJŞ'ê, meşa me ya ber bi azadiyê ve hemû bi saya Rêbertî ye. Hêvîdar im sala nû bibe saleke ku yekîtiya têkoşînê ya gelan pêk hatiye, li ser vê bingehê Rêbertî, Rojhilata Navîn û Şengal azad bûye."
'EM HER SALA BI DÎLGIRTINÊ DERBAS DIBE, QEBÛL NAKIN'
Şervana YJŞ'ê Roza Raperîn jî got, "Bi mezinkirina rewşa rêxistinî divê em pêşî li komployan bigirin û Rêbertî azad bikin" û işaret bi dewamkirina esareta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Raperîn wiha dewam kir: "Em ê nehêlin sala nû bibe saleke ku esareta Rêbertî dewam dike. Di navenda armancên me yê sala nû de azadiya Rêbertî û azadiya Şengalê hene. Ji bo vê yekê, em ê di asta pêwîst de têbikoşin û rê li ber azadiyê vekin. Em ê her sala dîlgirtina Rêbertî qebûl nekin. Lazim e gelê me jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin bike, lîstikan pûç bike û ji bo azadiya Rêbertî berxwedanê mezin bike.
Dilê gelê me bi Rêbertî lê dide, gelekî pê dilsoz e. Ji ber ku di rojên herî zehmet ên vî gelî de, ku kesek bi hawara wan ve nehat, Rêbertî li cem vî gelî cih girt. Ji bo vî gelî gelekî hewl da. Ji bo em sala 2017'an bikin sala azadiya Şengalê û Rêbertî, lazim e ciwan tevlî nava refên YBŞ'ê bibin û têkoşînê mezin bikin. Li ser vê bingehê sala nû wê bibe sala azadiya Rêbertî û Şengalê."
'RÊBERÊ AZAD, ŞENGAL A AZAD E'
Şervanê YBŞ'ê Şoreş Fedakar da xuyakirin, ku ew nema dikarin xwe li saleke nû ya bê esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabigirin û got, "Em nema dikarin xwe li esareta Rêbertî rabigirin. Em qebûl nakin ku saleke din jî bi esareta Rêbertî derbas bibe. Em ê Rêbertî azad bikin. Li ser vê bingehê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ferdê xwe yê dawî em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêbertî bimeşînin. Di mijara pêşîgirtina fermanê de û di azadkirina Şengalê de cihê Rêbertî gelekî girîng e. Lewma civaka Êzidî Rêberê xwe pîroz dibîne û azadiya xwe jî bi azadiya Rêbertî ve dibîne. Dizane ku Rêberê azad Şengal a azad e. Li ser vê bingehê em hêvîdar in wê sala nû bibe saleke ku berxwedan lê hatiye mezinkirin, Rêbertî, Şengal û Kurdistan azad bûye."