'Sala 2017'an wê bibe sala azadiya Rêber û gelê me'
Gerîlayên HPG û YJA Starê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Sala 2017'an wê bibe sala azadiya Rêberê me û gelê me."
Gerîlayên HPG û YJA Starê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Sala 2017'an wê bibe sala azadiya Rêberê me û gelê me."
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî vê tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê re axivîn.
'AŞTÎ Û DEMOKRASÎ DI NAVA TECRÎDÊ DE NE'
Gerîlayên HPG û YJA Starê bang li gelê Kurd û hemû gelên demokrasî û aştîxwaz kirin, ku li dijî îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û destnîşan kirin, ji bo azadiya Ocalan ew ê di nava her şert û mercî de têbikoşin.
Gerîlayan dan zanîn, tecrîda giran a li ser Ocalan helwestek li dijî aştî û demokrasiyê ye û gotin, "Ya rast, aştî û demokrasî di nava tecrîdê de ne. Ji bo sala 2017'an bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd, lazim e hemû gel li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşin."
'RÊBERÊ ME XETA ME YA SOR E'
Gerîlaya YJA Starê Tolvîn Botan: Weke milîtanên PKK'ê em tecrîdê ti carî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêber ê xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku Rêberê xwe ji girava Îmraliyê derxînin û azad bikin, em ê têbikşin. Weke gerîlayên YJA Starê, em ê ti carî nehêlin ku dijmin destê xwe bide Rêberê me. Rêberê me xeta me ya sor e. Banga min li gelê Kurd e; lazim e gelê Kurd dakeve kolanan û ji bo Rêber Apo têkoşînê mezin bike.
'DEST JI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ RÊBERÊ ME BERDIN'
Gerîlaya YJA Starê Çayan Kurdistan: Pêwîste gelê Kurd têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bike. Nêzîkatiya dijmin a li Rêberê me, nêzîkatiya li gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyî ye. Helwestek li dijî aştî, azadî û demokrasiyê ye. Em vê dibêjin; bila dewleta Tirk dest ji êrîşên xwe yên faşîzan û dijminane yên li dijî Rêberê me berde. Eger rewşek li dijî Rêberê me rû bide, encamên vê wê giran be. Zivistan, berf, şert û merc çi dibe bila bibe em ê hesabê ji TC a faşîst bipirsin. Ji ber vê yekê hemû aştîxwaz, hêzên demokratîk rewşa niha ya ku Rêbertî tê girtin, qebûl nekin.
'EM AMADE NE JI BO RÊBER APO HER TIŞTÎ BIKIN'
Gerîlaya YJA Starê Diljîn Amed: Gerîlayê ku di nava her şert û mercî de li dijî mêtîngeriyê têkoşiya, wê li dijî tecrîdê jî bi heman rengî têbikoşin. Dewleta Tirk a mêtînger faşîst, tecrîda li ser Rêber Apo dişidîne. Ti tişt nikare li pêşiya gerîla bibe asteng. Em gerîla amade ne ji bo azadiya Rêber Apo her tiştî bikin.
'NÎQAŞÊN ÎDAMÊ SEBRA ME DIFÛRÎNIN'
Gerîlayê HPG'ê Garzan Bîtlîs: Heta roja îro li dijî gelê Kurd komkujiyên mezin hatin kirin. Bi paradîgmaya Rêberê me Abdullah Ocalan re Kurdan xwe ji nû ve afirandin. Rêber Apo li dijî mêtîngerî û faşîzmê hê jî têkoşîneke mezin dimeşîne. Lazim e dewleta TC vê ji bîr neke; Em ê hesabê her zerarek li dijî Rêber Apo bipirsin. Pêkanîna îdamê li aliyekî, nîqaşa vê yekê jî sebra me difûrîne. Hem gerîla hem jî gel, em ê ti carî nehêlin kesek destê xwe bide Rêber Apo.